Tirşik - Profîl
tirşik-profîla burak derdilî

profîla "burak derdilî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tava sor] de;

1. (bnr: rêzefîlm)ekî kurdî ê ji rojavayê Kurdistanê. Hê nû beşa yekem li 7 ê pûşperê hate weşandin.

(bnr: hawarnews.com) danasîna rêzefîlmê bi vî awayî da ye;

Senaryoya rêzefîlma Tava Sor ji aliyê Ehmed Tahir ve hatiye nivîsandin. Her beşa rêzefîlmê ku ji 16 beşan pêk tê, bi qasî 45 deqeyan digire. Di rêzefîlmê de 35 lîstikvan û 1500 fîgûran dilîzê. Derhênerê rêzefîlmê 7 beşên ewil Teymûr Evdikê û Deştî Resûl, 9 beşên dawî jî Nûman Yiğit derhênerkirin.

Di heft beşên destpêkê yên rêzefîlmê de berxwedana YPS'ê ya li Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê di navbera salên 2015-2016'an de tê vegotin.

Di rêzefîlmê de gelek mijar tên nîqaşkirin, di serî de netew, îxanet, têkoşîn û têkoşîna resen a Kurd.

Berxwedana di wê demê de hat jiyîn û rewşa Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê û rastiya şerê li Cizîrê derketibû holê.

Zilm û binpêkirinên dewleta Tirk ên piştî şer li ser ciwanan jî di rêzefîlmê de tê vegotin.

Rêzefîlm di 7ê Pûşperê de yekemîn beşa xwe weşand.


Fragmanê rêzefîlmê:







çavkanî:
Here lînkê



08.06.2022 09:47 ~2022.06.29 12:14 | burak derdilî