Tirşik - Profîl
tirşik-profîla evcebarê pirê

profîla "evcebarê pirê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwekuştina nivîskaran] de;

1. Di dîrokê de gelek nivîskar xwe kuştine.
Wek kesên edebiyata cihanê de navdar walter benjamîn, jack london, Vladimir Msyakovski, stefan zweig…nav kurdan de jî ev yek berbiçav e. şikoyê hese, mohemed omer osman, du nivîskarên xwekuştî ên kurd in. Em sedemên xwekuştina wan nizanin. Bêguman her xwekuştinê de sedem cuda ye. Di vê çalakî û biryara kesane de, mirov di tûrikê jiyana xwe de gelek raz û hestên tevlihev û nefambar vedişêrin.

Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên heyî yên jiyanê, xwe bi siya mirinê nîşanî civatê didin.

Loma pirsa “Gelo çima xwe kuşt?” piştî mirinê giringiyê nade wate û sedemê. Hûn rast bibînin an jî nebinin, her xwekuştin ji sedî sed mijareke şexsî ye ku li gorî mantalîte û hebûna xwe sedemên rewa û mafdar dihewîne. Mirin û xwekuştin jin, mêr, zarok, netewe nas nakin.



03.07.2022 12:59 | evcebarê pirê