Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan] de;

5. Bawer im di her civakê de ev heye, dema mirovên ne wekî xwe dibînin jê hez nakim. Dema ev heznekirin piçekê hate xwerandin bi awayekî eşkere vê nefreta xwe nîşa didin. Di eslê xwe da hatina Sûryeyîyan a ji bo Tirkiyê biçekê, an jî gelek, sûcê rêvebiriya Tirkan e. Çimkî wan tiliya xwe xistin nav şerê navxweyî yê Sûriyeyê nehêlan dawî şerê li wir bêt, xwestin rejîmeke bi dilê xwe bînin ser Sûriyê lê nekarîn û niha jî şerê wir xetimîye, penaxwazên li bajarên wan jî mane ser wan.
Wekî din jî di her warê pîşeyan da ev penaxwazên reben dixebitin, eger derketin çûn jî kesên xwecihî karên wan nakin çimkî karê dikin ne yê mirovan e û mûçeya distînin jî, ji mûçeyên asayî kêmtir e.
Welhasilê kelamê tişta dibînim ev penaxwaz ti deran ve naçin dê di demeke pêş da piraniya wan bibin hemwelatiyên Tirkiyê. Eger bi ihtimaleke biçûk biçin jî, di aliyeke erênî ve guherînek pêk nayê.
Di demên xirab da li giskên gunehan gerîn, tawanbarkirina komeke mirovan, edeteke qedîm ya tevahiya mirovan e. Ya bi xêr.



15 roj berê 16:13 ~16:15 | bayê xerbî