Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navê cilûbergan bi kurdî çi ne, yan jî hûn cilûbergên xwe bi çi awayî bi nav dikin?] de;

1. Bi min di vî warî de zimanê Kurdî ji xwe re standardek çênekiriye, wekî ku tê zanîn di gelek waran de kurdî, em dikarin bibêjin hema hema ji xwe re standardek afirandiye lê di warê modeya cilûbergan de min gelek kêm nivîs bi kurdî dîtin. Ji xeynî cilûbergên kevneşopî yên Kurdan, hûn cilûbergên piştre di nava çanda Kurdî de peyda bûyî bi çi awayî bi nav dikin? Û li gel vê jî li war û bajarê we cilûbergên bi çi awayî hene û hûn wan cilûbergan bi çi awayî bi nav dikin?
Ez van dizanim;
Şel(pantor),
Êşlîk,
Kum,
Şalûşepik,
Şûtik( girêdana desmaleke dirêj li gel şalûşepik bi navtengê ve),
Şaşik( li serê xwe alandina desmalê, wekî Mesûd Barzanî),
Gore,
Derpê,
Kiras,
Binkiras,
Fîstan,
Lewendî( ji bo ku derhilçik( qismê êşlîk yên alîyê zendê) qirêj nebe tê bikaranîn)
Desmal,
Li ba we ji bo etek, atki, gomek û hwd. navên kurdî hene?



28.03.2023 11:23 ~11:27 | bayê xerbî