Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên qet bi kurdî nizanin] de;

18. Pênaseyek wiha tuneye, ji wan re dibêjin; yên dêûbavê wan kurd. Wekî din xelet e. Yanî kesê kurdî nezane nikare bibe kurd herwiha her kesê ku kurdî dizane kurd nîn e lê kesê kurdî nezane qet û qet nabe kurd. Kategorî kirinek gelek gelek xelet e. Ez ji wan kesan re jî dibêjim bila dilê xwe nehêlin, lê kurd nîn in. Zehmet nakin fêr bibin paşê tên dibêjin "ez jî kurd im lê...". Başe nexwe ez jî Japon im, çermsorê Emerîkayê me.:d
Gava mirov vê gotinê ji wan ra dibêje aciz dibin, dibêjin: ma tu hîtlerî van gotinên tund dibêjî?" Ma ji bo Xwedê û xaliqê alemê eger em nikaribin vê gotinê bêjin emê êdî çi bêjin! Şerm nekin dê bibêjin tu jî ji bîr bike jixwe kêr tiştekê nayê( ji min re gelek caran hat gotin ji bilî gotina "ji bîr bike"!).



31.12.2022 12:30 ~12:36 | bayê xerbî