Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

222. Îro ji rojên din pir cuda bû. Ew roj bû ku ez qet ji bîr nakim.

Di pola min de keçek heye ku bavê wê serekê dibistanekê ye. Keçikê gelek caran wêneyên dîwarê ku Ataturk û ala tirk lê daliqandî li ser snapchatê diweşand û herî dawî min ew asteng kir. Ew jî di dersê de ji polê re dibêje ez her hefte diçim gund. û dapîra wê bi tirkî nizane. Tenê bi kurdî dizane. keçik henekê xwe bi vê rewşê dike.

Sedema ku ez niha vana vedibêjim ew e ku mesele hîn zêdetir were famkirin. Em werin ser xala sereke.

Îro ezmûn axaftina zimanê tirkî hebû. Mamoste her kes anî ser texte û anî ziman.. û dora vê keçikê bû. Keçik hat ser texte û mamoste ji keçikê pirsî: "Tu dixwazî ​​qala çi bikî?", Keçikê wiha bersiv da: "Ez dixwazim bi rêya şerê Filistîn û Îsraîlê qala şeran bikim." Mamoste got baş e û keçikê dest bi axaftinê kir.

wusa digot: Tiştên wekî wan çawa wijdanê mirovan naêşîne. Û bi hestyarî diaxivî. Her kesî li çepikan da û min tenê li polê mêze kir. Min ji xwe re got em nabin zilam. û xortek li pey keçikê derket. Wî jî heman tişt digot. Paşê hevalê min got horhorîk bila derkeve -her kes ji min re dibêjin horhorik *-. Bi vî awayî ez gihîştim texte.

Keçikê li min nêrî û got: "hahahaha ewê dîsa qala kurdî bike"... Ez jî hêrs bûm. Hevalên min, mamosteyê re gotin horhorîk çi bixwaze bila biaxive. Di nava siyasetê de jî. Pêşî min got çi diqewime? Paşê mamoste got baş e. Min li ser tabloya reş tiştek li ser şerê Filistîn û Îsraîlê xêz kir û dema ku min li ser mijarê dipeyivî, mamoste ji nişka ve gotina min qut kir. Dema ez vegeriyam ser axavtina xwe, min got: “Em çima ji wan kesên ku qatilê 200 hezar Kurdan Saddam qehreman îlan dikin, em ê çima ji bo wan xwe xemgÎn bikin?
û mamosta got: "mezin neke, tenê 5000 kes".
Min got: - ew ne 5000 gund bin ezbenî?
-Herwiha dêkehp ma 5000 kes hindik in?-

Û wê demê çima yên ku dilê xwe ji Filistînê re diêşînin ji bo Rojava jî heman tiştî nakin? Kesek rabû ser xwe û got em kurd loma serxwebûnê dixwazin. û berê xwe da polê.. pirsî ka em çi dixwazin. Di wê gavê de polê bi yek dengî got Kurdistan. Mamoste jÎ hewl dida ku me bêdeng bike û di dawiyê de zengil lêxist. Ez ji tiştên ku hatin serê min matmayî mam, ger te ew wan li derve bidîta, te ê bigot qey ew tirk in. Di bêhnvedanê de hemû hatin cem min û ji min pirsîn: "Tu dikarî bi xweştir li ser texte çi xêz kiribû bêje ?" Ez qet nikarim vê rojê ji bîr bikim.

Îro min fêm kir ku em jî ê bibin yek. Çiqas bi tirkî bipeyivin jî, bi kurdî nizanibin jî dîsa kurdayetî di nava wan de heye.



20.10.2023 18:31 ~2023.10.21 07:39 | horhorik

221. Ez îro çûm dibistanê. Wekî her car, dibistan dîsa bû cihê dramayê. Tu dibêjî qey ji hev aciz dibin, tu dibêjî dijûnan li hev dikin ohooooo. Belê, rojek xweş bû. Min di dersa werzîşê de basketbol dilîst im. Ez nikarim futbolê bilîzim ji ber ku ez nexweş im û bijîjk got bila nelîze. Bi rastî ez ji lîstika futbolê hez dikim, lê ji lîstikvanên din hez nakim. mêr tecawizê hev dikin law (birastî). Ez bi yekî ji wan re napeyivim. Dema ku ez basketbolê dilîzim, mamoste yên cesur û bahtîyar bi gelemperî têne û bi min re dilîzin. lê îro tenê cesur hat. Li gel me keçek jî hebû. Keçik pir baş basketbolê dilîze, lê ne bi qasî min. Ez her tim bi mamosteyan re (bi mamosteyên tirkan re jî) bi kurdî diaxivim. Mamosteyê min cesur ji keçikê pirsî ka tu bi kurdî dizanî û keçik got "na". Min pirsî çima û we got "malbata min bi tirkî diaxive". Min berê xwe da mamoste û min got ku malbata keçik pir pasîf e..

Di navberana din de hevalê min ê pola 12an hatibû dibistanê, lê bi duçerxê hatibû. Min duçerxê ya wî girt û li hemû navberana xwe de duçerxê siwar bûm. Min keçikek hînî ajotinê jî dikir*... Keçika ku min jê hez dikir du caran li min dinêrî. lê wisa ye. Ez bi rastî ji bo wê hêvî nakim. Birayê wî jixwe li dibistana me ye. ew pola 11emîn e. Ne ji ber ku ez ji birayê wî ditirsim, heta min lawik pir xerab lê xisti bûm. Ya rast ew e ku birayê wê diçe ji bavê xwe re bibêje û serê keçikê bişewite. ji ber vê yekê ez naxwazim bi wê re tevlihev bikim. Herçî dibistan qediya û ez li otobusê siwar bûm. keçikek got ezê tiştekî ji te bipirsim. Dema em hemû ji heman gundî ne, em hevdu nas dikin. Herçi jî.

Keçikê ji min pirsî: "Tu li ser riya bav û kalên xwe diçî, îcar tu çima hêrs dibî ku tirk li dû bav û kalên xwe diçin?"

Min got: “Ez destê xwe nadim şopandina rêya bav û kalên wan, ev ne karê min e, neviyên wî yên ku li pey wî bûn û bi sed hezaran mirovên bêguneh qetil kirin, bi destê wî 300 hezar Kurd qetil kirin, tu fêm kir?

Keçik: "Ya tu li dema niha dinêrî. Yan raveyekê mêrik heye."

Dema keçikê weha got, min tiştek nedît ku ez jê re bibêjim. ew qas ehmeq nabe mirov. Min dikaribû gelek tişt bigota, lê nepeyivîna maqûltir bû. Demek hebû ku qetil kirina zarokên bêguneh normal bû? Tiştê ehmeqî ew e ku ew mehê carekê bi kêmanî netewperweriya kurdî li ser Snapchatê dikişîne û parve dike...

Herçi jî. îro wisa bû. îro xerîb bû lê dîsa jî îro bedew bû.



23.05.2023 20:30 | horhorik

220. îroj, 21ê adarê 2023ya, saet 20.10...
Min komputera xwe îro da bavê xwe ji ber ku wî got ew ê okey bilîze.
Piştî wê ez çûm Newrozê. Newroz xweş bû, me ala Kurdistanê hilda. Her wusa, ez hatim malê.
Min di odeya xwe de piçek bi pisîka xwe re lîst. Lê ez qet neçûme ser kompîturê.
Min komputera xwe vekir. Pêşî ez çûm malpera tirşik.net ê. Min tenê kontrol kir, kompîtur pir diqelişe. yaw bavê min çû vîrusek daxist da ku ez fîlmekî daxim.
Û fîlm hîn derneketiye (john wick 4). Min vîrus jê bir lê ez texmîn dikim ku min nekarî bi tevahî jê bikim. canê bavê min sax be *
Ji ber vê yekê rojek asayî bû.



21.03.2023 22:12 | horhorik