Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ekşi sözlük] de;

97. Dîsa hat astengkirin û domaîn dîsa hat guhartin lê vê carê bi rastî pê girtin.. li ser malperan wan zarokek hat tecawizkirin, mixabin moderatorên ekşî ye ti tiştî nekirin û pîreka ku wî zilamî îfşa kiribû hesaba we hat girtin û li ser mijarê kî diaxive wan jî asteng dikin.

Gelek nivîskarên ekşî ye ji bo vê yekê ji Ekşî ye derketin. Lewma nivîskarên tirk ê biçin uludax an jî derekê din lê nivîskarên kurd? Baweriya min nîne ku werin tirşikê lê hêvî dikim werin tirşikê*



16.12.2023 19:07 | horhorik

96. Qet kêfa min jê re nayê. Ji bo werim qabûl kirin tiştên wirtomirto nivîsand im lê pişt re min got gelo ez bi kêfxweşî nanivîsim ezê çima binivîsim?

Belê ji tirşikê behtir mezin e, zêde mijar tên vekirin lê bi her awayî nikare bibe wekê tirşik ê xweş û bedew.

têne dinivîsin hevaltî kem e lê tirşikê ma wusa ye? li tirşikê her kes hevdû nas dike.herî kem Li ser nivîskarekî fikrên tirşikvanan heye lê ji bo ekşî ye ne wusa ye.

Ji ber vê yekê Tirşik dikare bikeve şûna Ekşî ye, lê Ekşî nikare şûna Tirşik bigire.



06.11.2023 16:20 | horhorik

93. Nivîskarên kurd diçin ferhengên tirkî yên din. Çima ji ferhenga kurdî tirşik.net nizanin? Divê em tiştekî bikin ku em li vir gazî wan bikin.
Ji ber ku Kurd bi hev re bi hêztir in. Ez nizanim li vir çawa bangî wan bikim.



25.02.2023 10:00 | horhorik

90. qedexe kirin. Nizanim wê çiqas bidome.

tweet: Here lînkê



22.02.2023 16:56 | horhorik