Tirşik - Profîl
tirşik-profîla amed7221

profîla "amed7221"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hetikandin] de;

13. Peyveke zêde giran e. Ger ji bo kê/î were bikaranîn wê/î kesê/î tişteke gellekî rezîl kiriye. Car caran jî wek "pot kırmak" tê bikaranîn.
Mînak:
Cîranek tê cem bavê te û deyn jê dixwaze. Bavê te ji bo deyn nediyê ji cîranê xwe re dibêje kurê min di nav deyna de maye. Cîran ji bo kurê wî( ji bo te) gellekî xemgîn dibe û deyn meyn ji bîr dike. Rojek ji roja tu û bavê te hûn li derekê rûniştîne. Ew cîranê ku bavê te wî xapandibû we dibîne û tê ba we. Piştî li hal û wextê we dipirse dizîvire te û dibêje;
Ka birazî te Deynê xwe çi kir?
Deynê çi apo?
MA deynê çi. Deynê ku bavê te qala wê dikir.
Nizanim welehî...
Û tu dizîvire bavê xwe :
Ma deynê min heye yabo?
Xwedê rûyê te reş neke. Te me hetiqand lawo.

Ev jî bû wek guftûgoyan şanoyan..



24.01.2023 02:10 | amed7221