Tirşik - Profîl
tirşik-profîla amed7221

profîla "amed7221"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zanîngeha stenbolê] de;

2. Wek nivîskar mîr jî gotiye zanîngeha Stenbolê li tirkiyeyê zanîngeha herî kevn e. Li vê zanîngehê ên welatparêz jî hene ên nîjadperest jî hene. Ji ber vê yekê her roj bûyer û çalakiyên siyasî li qada Beyazit'ê çêdibin.

Herwisa beşa wê ya bijîşkiyê jî di nav fakûlteyên tibbê ên li Tirkiyeyê de fakûlteya yekem e. Niha ev fakûlte bi navê "çapa tıp fakültesi" tê zanîn. Li vê fakûlteyê gelek kurd perwerde bûne û hê jî dibin. Ew perwerde tenê ne ser bijîşkiyê ye. Xwendekar bi keda xwe dersên kurdî didine dayin. Dema xwendekarên ku dixwazin ziman hîn bibin hejmara wan zêde dibe ew xwendekar ji Komeleya Lêkolînên Kurdî mamoste dixwazin. Xwedê ji wan razî be ew jî xwendekaran naşikînin û mamosteyekî/ê dişînin. Li vê fakulteyê niha ji aliyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ve dersên Kurdî tên dayîn. Wek hûn jî fikirîn helbet ev dersên kurdî bê destûra rêveberiyê têne dayin.



24.01.2023 12:26 | amed7221