Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shorbevan

profîla "shorbevan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fehîma] de;

4. strana ku kî gotiye gotinê wê li gorî xwe guherandîye

ev jî gotinên strana ku seîd gebarî strandîye dibe ku şaşî di gotinada hebe lê edî min hew jê fehmkir hingî bilez dibê hinek gotina nabêje an dibêje lê meriv jê fehm nake.







ser û berê bi çîneye fehîma

ser û berê bi çîneye fehîma

dil dilê min û teye fehîma

gundî cîrana çi ji meye fehîma

bejna te minareye fehîma

şewqa te kahrebeye fehîma

şevek kî ti wer civîna fehîma

sed axa xulamê teye fehîma



amûdê wa bi dare fehîma

pora te nayê xwarê fehîma

ji bû kîne ez birîndarim fehima

ji destê min bi qêrîn û heware fehîma

ezê kîne birêvînim fehîma

ji vê bejna birîndar re fehîma



pora te çiqas gure fehîma

li bejna zirav digere fehîma

pora te çiqas gure fehîma

li bejna zirav digere fehîma

xwezî dilê te min bi bore fehîma/xwezîya dilê min tuyî fehîma

çavên belek ji xwer dikire fehîma/çavên belek ji xwe bi kile fehîma



04.08.2015 21:26 | shorbevan

3. ev ji gotinên strana ku elî evrîkî strandîye .





fehîma



ser û berê bi çîneye way fehîma

ser û berê bi çîneye can fehîma

bejna te minareye way fehîma

bejna te minareye can fehîmama

şewqa te kehrebeye way fehîma

şewqa te kehrebeye can fehîma

dem dema min û teye way fehîma

dem dema min û teye can fehîma

min û canê dil heye way fehîma

gundî cîrana çi ji meye fehîma min fehîmayê

çûm dihokê bi dare way fehîma

hatim dihokê bi dare can fehîma

pora te nayê xwarê way fehîma

pora te nayê xwarê can fehîma

min û canê dil heye way fehîma

dinya li min û te yê were fehîma min fehîmayê

çûm dihokê bi mile way fehîma

hatim dihokê bi mile can fehîma

pora te şil û mile way fehîma

çi xweş mila şil û mile can fehîma

ezê keçkê birevînim way fehîma

çima emro ji min sile fehîma min fehîmayê



04.08.2015 19:24 ~19:33 | shorbevan

2. (bnr: porê wê nayê xwarê)

navekî xweşê ku bûye helbest û awaz.

seid gebarî jî vê stranê gelek xweş gotîye lê mixabin ev strana bi dengê wî û pirahîya stranê wî di înternetêda peyda nabin lînk tune. strana fehîma herî xweş ya govend li berê tê girtine.

ya bi vî awayî;











strana elî evrîkî bira limin be ezê bi gurêvim peyvê wê derxim holê lê niha leza înterneta min gelek hêdîye ez nikarim vîdyoya temaşebikim lê dîsa li bendê bin.



04.08.2015 17:26 | shorbevan