Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shorbevan

profîla "shorbevan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [romantîzma kurdan] de;

2. hima bibêjin tuneye ez romantîkîya diya xwe û bavê xwe a ku tune bibêjim * romantîk bûna wan çewaye?; berê bi hevdû dîkebin bi lêdanê dest pê dike, alozîyek dertê bavê min dibê hişbe! diya min bi gotina bavê min wekî aşê şeytan nasekine.. werhasil bavê min tep û rep wê bi hevda dikute ji hev dixeyidin paşê dibe êvar me bi zorê dikin xew û guneh di sityê wande edî çi romantîkî û erotîkîyan dikin ez nizanim(belkî nizanibin di hevnin jî û dibe diya min bakîrebe jî..!?).. jiber diya min aşiqî bavê mine bavê min di diya min dine jî dîsa ji hev naxeydin yanî romantîzm li ba wan bawerim tune. yê hemû kurda jî tiştek wisa hebe gotinek xweş tunebe tune(di çandêde tune?).. lê ev jê nayê derxistin ku meriv nikare romantîk be, bi destê hev bigre here nav erdên bi mayîn eylema bike lê divê haya meriv ji heronên bi du pê hebe.. an bi destê hevdû bigrin/hezkirîya xwe bidin kokelîka xwe.., herin serê çiya, gaz û pal bikebin ser dilê hev hetanî qûntara çiya xwe gêra bikin ha jiwera romantîzm



05.03.2016 21:26 | shorbevan