Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shorbevan

profîla "shorbevan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eyşe şan] de;

7. (bnr: eyşana elî)

18 sal berê û roja 18ê Kanûna 1996an, hunermenda kurd Eyşe Şan wefat kir. Eyşana Elî li Kurdistanê hat dinê li xerîbiyê ji vê dinê bar kir…



Eyşana Elî sala 1938an li bajarê Amedê hat dinê. Ji ber ku bavê wê denbêje bû, di temenê biçûk de bi saz û mûzîkê re bû heval.



Eyşe Şanê di temenê 9 saliyê de bavê xwe ji dest da, lê ji ber ku malbat û mirovên wê bi tundî li djiî wê yekê bûn ku Eyşe Şan stranan bêje, neçar ma ji Amedê here Dîlokê.



Li Dîlokê, ji ber ku kurdî qedexe bû du salan bi tirkî di radyoyê de stran got paşê sala 1963an çû Stenbolê.



Li Stenbolê strana bi navê “Ez Xezal im” dibêje û navdar dibe. Lê navdariya wê serê wê dixe tengasiyê û neçar dimîne berê xwe bide Almanyayê lê piştî demekê dîsa vedigere Stenbolê…



Li Stenbolê sê zarokên wê dibin, lê ji ber ku bi kurdî stranan dibêje rastî zilma dewleta tirk tê, zarokên wê jî dest jê berdidin lewma neçar dimîne sala 1979an berê xwe dide Bexdayê…



Piştî demek dirêj dîsa vedigere Tirkiyeyê. Herî dawî roja 18ê Kanûna 1996an li bajarê Îzmîrê ji ber nexweşiyê wefat dike. Her çiqas wesiyet kiribû termê wê li Amedê defin bikin lê ew wesiyeta wê jî nehatiye cîh…





not: ev nivîsa bi kurtasî eyşe şan têda dane nasîn seranser jiber agahîyek rûdawê hatîye girtin/copy û past kirin.



08.08.2015 18:07 ~18:20 | shorbevan