Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

186. Pîştî demeke dirêj, hêstên dûr û kûr, vê saeta, nîvê şevê hatin ez pêçandim.
Mirov carinan dîse û dîse fêhm dikê ku bi xêra hêstan, mirov dibîne ku parçeyek mirov ji mirov dûr e. Gelo mirov qetek ji rihê xwe, bi dilopek hêstan diguherîne? Kî zane! Belkî....



30.01.2020 00:19 | gumgumok

161. 28.07.2018
Jineke pîr, û çavşîn bû. Bi nexweşiya qensêra rovîkan ketibû. Metestazên wê zêde bûn. Bi ser de jî perîtonîtis karsînomatosîs derketibû. Û dibê qey ev jî ne bes bû, îleûs jî derketibû ku îda rovîkên wê sekinîne û hew dikarin bişuxwilin. Ev jin jixwe, hetibû dawiya emrê xwe. Yani (bnr: nexweşa termînal) bû. Îda ji xwarin û vexwarinê jî ket. Herdem diverişihe. Bi awayekî wisa zêde diverîşihe ku nayê gotin. Piştî demekê pîsîtiya ûrê wê di devê wê ve herikî.
Piştî tedaviya 2 rojan verîşandina wê kêm bû lê rewşa wê xerabtir bû.

Ez zehf bi vê rewşê adiz bûm. Di vizîtê de, yanî di serlêdana nexweşan de min ji mamosteyê (bnr: onkolojî)yê pirsî, " ma çima em nikarin feydeyekê bidine vê hermetê? Ka agahiyekê bide me da em karibin wê baştir bikin! "
Mamoste sekinî û li min nêrî: ev jin baştir nabê! Wextê wê hate dagirtin! Tiştek ji destê me nayê.

Gelek nexweş tên û li cem me emrê xwidê dikin. Dema mirov wan nexweşan nas dikê û piştî têkiliyekê, mirina van nexweşan li mirov girantir tê. Vê hermetê jî zehf dua ji min re dikir. Digot xwidê tu derxistî pêşiya me. Xwidê ji te razî be. Tu jî kurê min î.

Werhasil, roja dî vê nexweşê xwest ku herê malê. Lê mixabin ne mumkun bû herê malê. Ve hermetê miqersî kir û got îllakî ez ê çime mala xwe û di xaniyê xwe de mirim!. Biryareke ecêb bû. Keça wê û mêrê wê jî gotin, esil ew e. Ew bê çi em ê biya wê kin. Ez ecêbmayî bûm. Mim nexwest destûrê bidim. Û gote wan " ma hun zanin ev biryar tê ser çi wateyê! Heke hûn wê bibin ew ê mirê! Teqez ewê mirê! Di nava çend rojan de ew ê mirê!

Mêrê wê got rojeke welatê mirov, ji heyveke xerîbiyê û nexweşxaneyê çêtir e!

Diho min 'tedavi red' bi wan da îmzakirin, jber ku heta mirinê zehf eziyetê nekişênê, min dermanên êşkujer yên bi hêz (weke morfîn, fentanil) nivîsî û ew taburcû kirin.

Kêlîka dî keça wê jinikê telefon da min. Digirî. Nikarîbû bişitexilê. Bi zorê got; ciya min îro emrê Xwedê kir! J'bo her tiştî xwedê ji te razî be û telefon girt.

Helal bê ji vê jinê re, go xwe li ber mirin û çend rojên ku bi rezîliyê derbas binin kêm nekir. Bi hemû wêrektiya xwe, mirina xwe qebûl kir, mir û kefenê xwe li xwe kir.

Gelo go ez, ji bedêla wê nexweşê bame, minî kîjan mirin neqandibane? Bêguman mirineke birûmet ji jiyaneke rezîl çetir e. Lê lê lêêê rih şêrîne loo. Wê kêlîkê biryar zortir e.



28.07.2018 20:41 | gumgumok

158. Îro min 14 deqîqeyan a haber temaşe kir. Behsa welatekî utopîk dikirin.



03.06.2018 20:33 | gumgumok

152. Min got ez ê nivîsim,
lê ez hatime nivîsîn!



06.05.2018 04:01 | gumgumok

146. Min got: berxikê, ma tê bîra te min wateya "berxikê" ji te re gotibû?

Wê got: hmm koyun muydu?

Min got: quzzelqurt ! De hinekî romantik bibe keça kerê. (Tabî kî di dilê xwe de min got )



20.03.2018 04:52 ~12:13 | gumgumok

121. Bi wan çavên kesk şitexilî û dilê xwe vekir. Û perengekî agir berda nav vî dilî
Ti kes nemir, lê ti kes sax jî nema!
Ti kes nemir, lê ti kes sax jî nema!



04.11.2017 23:43 | gumgumok

112. Silav rojnivîska birçî. Iro ev sê care ku ez wateya a dinivîsim û pêl bișkoka bișîne dikim, lê mixabin her carekê tirșik min ji tirsik.net'ê tavêjê der. Îda ez dîse têketinê dikim lê dîse heman pirsgrêk dûbare dike.

Gelo berî referAndûmê tirșik min hișyae dike *

Not: a : erê ,, belê, erênî. Dijwateya na



31.03.2017 16:48 ~19:46 | gumgumok

111. Xelkê silêmanî birastî jî camêr in. Qedr û qîmetên mêhvanan zor digirin.

Rojekê li silêmanî li mêhvandariyê bûm. bû behsa soranî û Kurmancî. Min jî behsa Kurmancî dikir. Werhasil nizanim ji bo çi bû, min jî Mînak da :

- ker û kêr, du peyvên cuda ne. E û ê....
+ ( hemû pevre kenîn)
- ker û kêr?
+ ( dise hemû kenîn)
-ker? Kêr?!
( law ev ji bo çi dikenin vêga!)

Hevalekî soran û Kurmancîaxev dikenî û hate cem min, tiliya xwe rakir û hêdîka got :
- kuro wateya "kêr " di soranî de "kîr e".
Waweylê! Eybiya reșê!

-?
- îda em tevde kenîn. Kenê wan sekinî lê ez hê jî dikenîm *



05.03.2017 11:22 | gumgumok

108. * gelek caran biryar pir hêsan e. Lê dema ku biryar dikin ku werin cih, Tirsek dikeve dilê yekî de. Heke ez xelet bim? Heke ew der bikêrî min newê? Heke ez bikevime rêyeke șaș? Heke ez poșman bibim?

* bêbiryarî zor e wela. û ez niha nizanim di derheqê mijarekê de çi bikim. Xwezî bi awayekê dilê min safî û zelal bûbana. Da ku bêhna min fireh bibe.



13.02.2017 22:16 | gumgumok

106. Ka werin tirșikvano ka werin. Cihê xwe xweș bikin û çayeke kaçax dagirin, bihisênin:

Pêrar keçikikê li ser facebookê peyamek șiyand ku ez dixwazim tibê bixwînim û hinek agahîyê derheqê bijîșkiyê bistênim. Min got baș e, kerem bike. Wê salê îlahiyat standibû lê dixwest dise bikeve ezmûnê û tibê bixwîne. Gelek caran bi vê awayê pirs dikirin. Werhasil hêdî hêdî em bůne heval. Ida ji xeynî dersan me behsa gelek tiștan dikir. Birastî jî hevaleke baș bû. Yeke nimêjker bû jî, pêçayî bû jixwidêtirs bû. Bi peyaman hevaltiya me dimeșî. Salekê du salan wisa dewam kir. Piștî wextekî Êdî min fêhm kir kû hêdî hêdî meyla xwe daye ser hêstên evîndarî,lê bilêv nedikir. Ji xwe min jî ew rê, jê re nedivekir. An jî min vekirbê jî ez ne bi wê niyetê bûm. Min ne dixwest ku têkiliyeke wisa dest pê bike. Carinan min xwe jê dûr jî dikir.

Werhasil piștî hilbijartinê bi henekî pirsî got ma te raya xwe daye kê. Min bersiv da. (ew cara yekem bû ku me behsa siyasetê kir)

Pirsa wê sê peyv dihewand, bersiva min sê tîp dihewand. Ji min bawer nekir. Dîse pirsî, min dîse ew bersiv da. Dîse pirsı...

Piștî ku fêhm kir ku ez ji dil rast dibêjim, dîn û har bû. Çavên xwe miç kir, devê xwe vekir û da ber sêf û xeberan. Tê bê qey hemû fitne û fesadiya tirkî ji bin serê min derketiye, tiștek nema ku ne gote min. Xwe winda kir. Ew keçika hirr û mûnîs winda bû, yekê xwe windakirî hatibû.

Min ji xwe re got, ji bona xatirê hevaltiya salekê ez devê xwe jî navekim. û min gotiyê oxira te ya xêrê be. Wê got " ez duayên te jî naxwazim."

Erê erê pirs sê peyv, bersiv sê tîp û qutbûn ew qutbûn.

Fesuphanallah, ma çiqas însanên bê heqıqet hene, ma çiqas siyaset çavên xelkê korr dike, welew kî mirovne baș jî bin. Halbûkî însanê hêja hêjaye. Qedr û qîmet ne li gorî rayekê û siyasetê ye. Birastî jî însan gelekî nankor in. Bêdewletin. Tiștên hêja belaș difiroșin. Mișteriyên tiștên belaș û bêqîmetin. Elmasekî bi heqê camekê difiroșin. Em însan Pir xafilin. Heyf û sed carî heyf.



30.01.2017 20:42 ~20:53 | gumgumok

103. carê min dixwest bibime hackerekî bikêrhatî. Lê mixabin Niha bi tiliyan li tîpêk klavyayê digerim.

Erê erê felekê xayînê...



25.12.2016 13:10 | gumgumok

102. Wê rojê cara yekem min bi binnivîska kurdî fîlmek temașe kir. Ez çawa bêjim... Ta'ma wê gelekî xweș bû. Zarokatiya min hate bîra min.



10.12.2016 09:09 | gumgumok

91. waa rojnivîskê, min got ka ez slavekê bidime te. lê mixabin ez bikêr nehatim kû tişteki rast binivîsim. min tevlîhev kir û dev jê berda. ji bo wilo nehêjaye werê xwendin jî , lê dîse va ez ji bo xwe parve dikim, ne ji bo xwendinê.


evîndarî jî zîndaneke ku fikr û raman, mêjî û dil têde tê asêkirin û fetisandin. çav kor dibe, guh jî kerr dibe. mirov dibe qereçiyê xeyaleke dûr û mij. însaneke biçûk weke çîyayekî mezin û gewr dibe, tu jî bi rizaya xwe dibe seyê biska pora wê. heyf û heyf.

-hal ew e ku ; ne ew wilqasî mezin e, ne jî tu wilo biçûk î. tu ne reşê reş î, ew jî ne spîya spî ye. .
-na loo , ev nivîsên wisa ne li gorî min in. ez kîîî, xweşgotina karên dil kî.
-ev çi hale vêca kuro , de raze. dev ji îşên boş û belaş berde.
-ez jî nizanim wela. serê min tevlîhev bû ye.
-ma çiqasî xerîb e ku ...

-min dîîîît...... withdrawal syndrome. erê erê ev e.

-di nav xemgînî û bê dengiyê de ev çi qîr û qîrîn e. ev çi qiyamet e.

-peyv difirin, qîr xwe soba dikin, noqa diavêjin. hêvî kirasê min bû...

-nîvê wêne reş e , nîvî jî spî ye.
-av zelal, xwîn sor e
-xwê şor, şekir şêrîn e.
-çûk difire, gulîlk bêhnê divedê

-schoole, schûl, schule

-gelo we jî biçûçikayî nanê ava bacana dixwar?



24.10.2016 01:56 ~2016.10.25 16:11 | gumgumok