Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çêkirina mêst] de;

2. Pêşî şîr tê kelandin, da ku mikrobên şîrî werin qelandin. Peyre tiliya qelîçankê bixe nav şîr. Divê tiliya mirov jê neşewitê. Yanî bila têhna şîr bişikehê. İda haveyn bixin nav wî şîrê têhn-şikestî û bi kinc û paçikan dora şîr binixumênin da ku şîr sar nebê. Armanca me ew e go mast ji bakteriyan çêdibê. J'bo ev bakteriya mêst bi mîtozê zêde bibê, divê germa mêst stabîl bê û li dora 36-43 dereceyan bê.


Heke germ zêde bê an jî mast zêde germ bimênê, wê tirş bê ; heke germa mêst kêm bê û hindikî werê nixumandin, wê mast zehf rehn û şêrîn bê. Ya herî rast ew e ku mast di navbera 5-10 saetan de werê nixumandin. Peyre bixinê dereke cemidî.



14.05.2018 03:29 ~03:34 | gumgumok