Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rîçala bacanê reş] de;

12. Dema ez zarokikî biçûk û neqenc bûm, diya min carekê rîçala bacanên reş çêkir.

Ez ji we re bêjim bêka çawa çêkir:

Pêşî Bacanên can û xweş neqand . Peyre di beroşeke mezin û qemirandî li ser agirê dar û qirşikên pembû ne kêmî sê-çar saetan biraşt . Dûvre tiştne din, tiştne din û tişne din kir . Ya taliyê çar-pênc qetremîzkê (şûşên camê) rîçala bacanên reş jê derketin. Ma çiqa xweş û şêrîn bû, ida nayê gotin. Em ketine serde û me di pêleke kûrt de xilas kir. Ji bo ku çêkirina wê zor bû û xwe li ber me negirt zu xilas bû, diya min jî hew çêkir. *



Car ew car e , çavên min li wê rîçala bacanên reş *



24.03.2016 20:32 ~20:37 | gumgumok