Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwidyê çêlekê] de;

1. Tê wê wateyê : erê rastê, dema kul û derdek tê serê însanekî, dost û hevalên mirov tênê arîkarîyê. Barê meriv siviktir dikin. Lê mixabin dîse êş, ta'b, kul û derdên herî mezin li ser milên însanîye û bi çi awayî jî be mirov nikare ji ber baz bide. Mecbûre li hemberî vî halî be.



Çavkanîya vê biwêjê ji vê meseleyê tê:



Wextê ki gundan pezek, dewarek winda dibe gundî tevde der dikevin û pevre lê digerihin. Arî xwedî dikin. Carnan ajalê dibînin carnan jî nabînin. Dema dibînin baş e, mala xwidê ava. Dema nabînin jî herkes diçe mala xwe û li jiyana xwe a berê dijî. Lê mixabin xwidyê çêlekê nikare ji ber lepê qederê bazdê. Xisar û bar li ser milê wî dimêne. Ji bo ku ew xwidyê çêlekêye.



Mînka: mirovek birîndar dibe, dost û hevalên vî têne arîkarîye. Karê wî xilas dibê û diçin. Lê êş û acizîya wî berdewam e. Ji bo ku ew xwidyê çêlekê ye.



02.04.2016 01:21 ~2016.04.05 01:39 | gumgumok