Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cewşen] de;

5.



10.04.2016 00:39 | gumgumok

2. Ya Xweda! Ez ji bo heqqê van navan ji te dixwazim û lavayî ji te dikim.



1-Ey Xwedayê Mabudê her tiştî

2-Ey rehmanê dost û dijmin ji hev cihê nake û rizqê hemu mehluqatî dide

3-Ey rehîmê ku wê li axretê rihmê li dostê xwe tenê bike

4-Ey Alimê ku her tiştî bi heqqî dizane

5-Ey Helîmê ku ji evdê xwe re mulayîm e.

6-Ey Ezîmê ku xwedî mezinayî û bilindaîya bêdawî

7-Ey hekîmê ku her tiştî di cî de çêdike

8-Ey qedîmê ku destpêka hebuna Wî tune

9-Ey mûqîmê her tiştî li ser pê digre

10-Ey kerîmê ku qencî û îkrama Wî zêde ye.



Tu ji hemu qisûr û sifatên kêm munezzeh î. Ji xêynî te îlah tune ye ku were hewar û gazîya me.

emanê bide me, em emanê dixwazin. Me ji (ezabê) cehennemê xelas bike.



02.04.2016 14:33 | gumgumok

1. Cewşen, bêjeyeke ji zimanê Farisî tê û di ferhengê de bi mena “zirx” û “cilên cengê” ye. Wek têgehekê -di çavkaniyên Şî‘a de-, navekî hevpar e ji bo metnê du duayên ji hev cûda ku bi cewşenî kebîr(Cewşena mezin) û cewşenî saxîr(Cewşena biçûk) tên naskirin û bi rêya ehlî beyt bi bal Pêxember (s.a.w) ve, tê sipartin.



Cewşen di esasê xwe de, ne di çavkaniyên ehlî sunnetê de, belbî di ên Şî‘a de tê dîtin. Ev duayê tê iddiakirin ku ji Pêxemberê me (s.a.w) hatiye riwayetkirin, di tu pirtûkên hedîsê de derbas nabe. Riwayetên ku dibêjin Pêxemberê me, ew xistiye sitûyê xwe an jî bi sitûyê sehabiyan daye daliqandin, yek ji wan jî ne rast e.



“ Cewşenî Kebîr , ji aliyê wate û naverokê ve, îbareyê ji metnekî ku ji hin bêje û hevokên ku meriv bi wan bi bal Xwedê Teala ve dua û munacatê dike û tê dîtin ku duakirina bi metnên wisa ji aliyê jiyana olî ve, heq dike ku meriv wan tewsiye bike û di sipartina wan bi bal Xwedê Teala ve, tu mehzûrek tune ye.



Here lînkê



02.04.2016 13:50 ~13:53 | gumgumok