Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gund] de;

2. Derekê bifikirin li hemû deran ax heye, axa sor û ya reş. Kevir , lat, zinar jî li dehmnan hene. Di beharê de hemû hawîdor şîn dibe. Bêhna giyê, gulîlkan, bayê hînik ; bi hezaran cûreyên ajalan xalxalok, çirçirok, marmarok, gumgumok, buka mara, kêvjal, cobir, pirpirîk, kîvroşk, çûk, qaz, ordek, elokê mêrxas, mirîşk, mih, bizin, golik.... ;



Şirsira ava cemidî, bi lingan bikeve nav avê de, pêl zixurkan bike, bi destênn xwe masîyan bigire, ...



Bi dengê bangdanê bazdê nimêjê. Civat,civîn, analîzên di derheqê nûçeyên radyo û televzîyonê de ....



Ji feqîrî,ji tunebûnîtî hemû kes weke malbatekê arîkarîyê didine hev.



Bi pîyê tazî pêl axa hûr bikin. Bacana sor gez bikin, şbeşekî bişikînin, ji ava kehnîyê vexwin...



Xwe hilde serê dara tûya,tûyên mi û wekî dimsê bixwin...



Hemû zarok hevalên te ne. Ji şeveqê heta êvarî bêsînor bilîze.



Hesûka bihesikîne,şoqilê lev bide hev, şoqila ga, şoqila mara, şoqila çûka...



Penîrok, şîrik, giyayê ber çeman,..



Di şeveqa buharê de here ji nav dexlê bilbizêk û nergizan lev bide hev...



Evqas û sed carî bêhtir tişt dewlemendîya gunda ne. Ji bo zarokan qurçikeke cinetê ye gund.



Mirov heta bêrîya bêhna sergîn û tepikên gund jî dike.



Divê hemû zarok herî kêm pêlekê li gund bijî.



Bedena mirov ji betona bajaran bêhtir li gorî axa gundan e. Heke feqîrî û fitne nebe,gund xweştir û çêtir e .





25.04.2016 04:29 ~04:36 | gumgumok