Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zerî] de;

3. Ji çirya paşiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêşa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê

Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê

Xwinavê girtî nesrîne
Cemed çêbû li sewlîne
Girya me tê ji bo asmîne
Zerî nayêne seyranê

Zerî tên û diyar nabin
Çi xweș tên û sitar nabin
Çi cindî tên siwar nabin
Bûye tarî li kolanê


Bûye tarî û zulmate
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binêrin dax û kovanê

Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê

Perîşan in li hingorê
Ji Comerza gola jorê
Mecalêd Berçela borî
Zerî nayêne seyranê
MÊLEYE BATÊYÎ





05.02.2017 22:50 ~22:52 | gumgumok

1. Li gorî mirovê welatekî, bajareki, gundekî Keçên ji wir hatine dayîn. Em bêjin keça filankes ji gundê me bi yekî ji gundekî dî re zewiciye. îda ew keç dibe zeriya me (zeriya hemû gundiyên me).

+ gelo bûka hecî xalit ji kû ye?
-bûka hecî xalit zeriya me ye. Malbavên wê li gund cîranê me ne.

(bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)

Wekî dî di wîkîferhengê de wilo tê îfadekirin :
1.keça yan jina porrzer
2.dilber, jina delal
3.bernavek rêzgirtinê bo keçan



05.02.2017 19:39 ~19:39 | gumgumok