Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the wind rises] de;

3. Tevlî oscarê heta niha di dinyayê de ji 56an bêhtir xelat standiye.
Animasyonekî zehf bi navdeng û girîng e. hayao mayazaki li gorî dilê xwe ev animasyon xemilandiye. Mesele di xewnên serlîstikvan şîro hemû deng ji aliyê mirovan ve hatiye derxistin.

Ez jî tevlî koma wergera fîlman ya tirşikê me. Ev wergerîna min ya yekemîn e. Belkî kêmasîyên wê hebin. Heke hûn kêmasiyan bibînin, texsîr nekin, bêjine min. Da wergerên dî baştir bibin. Rêziman, peyv, hevok...

Zimanê anîmasyonê Japonî ye. Û ez zimanê Japonî nizanim. Diviyabû ez ji zimanekî dî wergerînê bikim. Wergera min kirî hem li gorî ya tirkî hem ji li gorî ya îngîlîzî ye. Carinan wergerêên tirkî û îngîlîzî pir cûda bûn. J'ber vê yekê werger hinekî bi zahmet bû.
Heta ji min hat min li gorî fêhmkirin û fikirina kurdî kir, da ku çêtir werê fêhmkirin.

Rewşa me Kurdan, di tijbihê rewşa japonên wî wextî. ( Helbet japonên hingî ji kurdên îro pêştir in) . Lê feqîrî, rewşa xirab weke ya me îro bû. Divê zarokên me kurdan jîro ji xwe re mînak bigrin û weke wî dev ji xewnên xwe neberdin. Ji ber vê yekê divê xort û zarokên kurdan teqez vî anîmasyonê temaşe bikin.
Temaşekirin bi kurdî xweştir e *

YouTuber barış Özcan jî behs kiriye.




24.02.2020 22:31 | gumgumok