Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne?] de;

3. Piştî çend salan min şîfreyek ceriband û hesabê min vebû.
Gelek nivîskarên kevn bi keşmekeşa dinyayê xwe j'bîr kirin. Normal e ku tirşikê jî j'bîr bikin. Ev çend salin ez neketime hesabê xwe. lê tabi ez tirşikê û hesabên tirşikê yên medyaya civaki dişopînim.
di pandemiyê de gelek tirşıkvan çalak bûn. Wextê me zehf bû. Me têra xwe tirşikvanî dikir. Hingî me dest bi (bnr: fîlmên wergerandî) kir û di whatsappê de komeke "filmen bi kurdi" vekir. Dora 50 filmên hêja hatin wergerîn. Hê jî ew koma me heye lê çalak nîne.
Lê mixabin piştî pandemiyê tirşikvan vegeriyan karên xwe. j'xeynî çendekan.
Bi xêra wan tirşikvanan û tirşikvanên nû beroşa tirşikê hê jî tê kelandin.



01.11.2022 19:06 ~19:05 | gumgumok