Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [karê herî xweş yê dinyayê] de;

25. (bnr: xeyalvedanî) ye.
(bnr: karê xeyalan)

Xwe dirêj bike, çavên xwe miç bike û li hespê xwe yê xeyalî siwar bibe. Di nav ewr û baranê re û li ser qozeqerê derbas bibe.

Berê xwe hilde banî heta heyvê, heta rojê û galaksiyên dî bifire.

Mîna fonksiyona f(x)= x3+1 'ê bifire.

Heta û hetta xwe weke fonksiyons f(x)= x2 'ê noq bike.

An jî mîna fonksiyona sînusê, heta heta xwe soba bike here.

Ev jî ne bes e, li fonksiyona mîstî û ecêb f(x) = √x3+x-3 . Geh winda bibe, gih xwuya bike. Esil tu yî.

Carinan jî biçûk bibe û bikeve nav xwîn û damarê însanan. Here nav noron'ên wan. Xeyal, bîrîn û dinyaya wan temaşe bike. Di wir de li xwe binêre .


bedîuzzaman çi rast gotiye:
Însan çi ecêb e, carinan xeyalên wî ji kaînatê dibihûre, carinan ji ew di kevçiyekî çayê de difetise û dixeniqe...



13.01.2018 02:22 | gumgumok