Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên tirşikvanan ên xizaniyê] de;

17. Ew rewş e ku ez û gelek ji gelê me terbîye kirîye. Erê wela, terbîyeya bifeqîriyê zehf dijwar e. Ji bo dê û bavan tişta ji feqîriye pîstir û xirabtir nîne.



Feqîrîya bajaran ji ya gundan hê xirabtir e.



Gelek însan hene ku min bi bitrîtiya xwe di nav ecêb û xemgîniyen de dihêlin. Xisareke boş û belaş dikin.



Dêhnê xwe bidin merivekî/ê ,hun karin fêhm bikin ku zarokatîya wî/wê bi xizanî derbas bûye an na. Heke ev kes tiştan lev bidê hev,neavêjê , ji avêtina tiştan hez neke dibe ku ji feqîriya kevn dil navêle bavêje. Çunkî di bingeha mêjî de ev kes xwe ji xizanîyê re amade dikin û tiştên ku bikêrî tiştekî werin heke ne lazim jî be kom dikin. Pîrekên pîr gelek wisa ne.



26.04.2016 00:25 | gumgumok