Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulan

profîla "gulan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêvaniya li bajarê amedê] de;

1. Bûye edet û mecbûriyetek kî bê bajarê Amedê hinek şertên mazûvaniyê hene ku bi darê zorê mirov tîne cîh.

1-Tu yê mêvana/ê xwe bibî xana Hesen Paşa ji bo xwarina taştê .

2-Tu yê mêvana/ê xwe bibî Xana Zêlûyan jibo vexwarina qehwê yan jî şerabê.

3-Teqez tu yê mêvana/ê xwe bibî li suran bigerînî û Birca Bizinê şanî wan nedî nabe.

4-Ez ji bîr nekim xwarina ‘’cîgerê’’ jî elzem e.

Ku we ev xelas kir îcar tiştên din dest pê dikin.

Ku mêvana/ê we xwest wê/î bibin Mala Dengbêjan.Erê tiştên egzotîk otantîk jî hene li Amedê bila bibînin.

Min çawa ji bîr kir,Dêra Sûrp Grîgoras an jî Dêra Meryem jî hene.

Di bextê we de hûn ji bîr nekin,divê em nîşanê mêvanên xwe bidin ku em çiqas mirovên demokrat in. Ji her ol û netewê re rêz digirin.Ku we ev jî xelas kirin îcar werin Kuça Hûnerê

-Ku mirov dibêje qey meha nîsanê ye,golikan mozî kiriye-Hinek toza wirê jî biweşînin nargîlekî bikişînin .Baş e we ji tolaziya Kuça Hûnerê jî para xwe girt îca bi dilrihetî hûn dikarin bibêjin;Min mazûvaniya xwe bi cîh anî û li benda şîroveya mîvana/ê xwe bin.

Nefikirin û nebêjin;

-Serhejmara mirovên Amedê ji sedî nod Kurd in.

-Ewqas cîh em geriyan çima kes bi Kurdî napeyve.

-Çima min mêvana/ê xwe nebir ciyekî Kurdewar.

-Ciyê ku qaşo Kurdewar in jî bi şildim-bildimê diaxivin.

-Te dîroka Amedê bi mêvana/ê xwe da nasîn. Na bi Xwedê ew dîroka ku tu jê re qal kir dîroka Diyarbekirê ye.

A dawî jî tu ji xwe re bibêje;berê her tiştî ‘’ez Kurd im’’ lê baş zanibe ku kerên li çolê jî ji te bawer nakin.



30.11.2013 18:10 | gulan