Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulan

profîla "gulan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rênas jiyan] de;

14. helbestvanekî hêja ye.

Kok



Tên. Ji bo ku li darê dinyê kokên me biqeliînin tên.

Weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û

di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.

Tên. Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan,

Bi salan e, talan e.

Lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e...

Beran e...

Baran e...

Çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!..

Tên. Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên.

Xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

Tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê.

Tên. Ji bo ku kokên me biqeliînin tên. Bila bên.

Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û

kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku

ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.

Lê wê şûşî erdê bibin.

Kokên me di kêvir de şûr in.

Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin.

Ji lew re, a baş,

şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!

şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!

Qeraş,

Tên. Ji bo ku hestiyên me bihêrin.

Tên. Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û

keştî-kaxezên xwe biavjenînin.

Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên.

Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan,

bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,

Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.

Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û

bi paletên tanqên xwe yên zîqezîq tên.

Dev ji wan berdin bila bên. Bila bên û li vê axê

di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin.

Ne ehlê Xwedê ne heq dikin…



05.08.2013 23:22 | gulan