Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [irréversible] de;

1. peyveke fransî ye ku weke irreversible'a îngîlîzî, wateya wê "bêveger, jêneveger" e. yanî rewş û tişta ku êdî ne pêkan e ku jê were vegerîn.



navê fîlmeke gaspar noé ye ku di sala 2002an de hatiye kişandin. fîlmek navdar e;

1- sahneya tecawizê ya ku destpêka bûyerên senaryoya fîlmê ye, gelek navdar e. li gorî hinekan ji bo nîşandana wehşeta tecawizê mînakeke gelek serkeftî ye lê ez wisa nafikirim. ji ber ku yên vê sahneyê kirine navdar, wisa nafikirin û her tînin pêş û dîsa dîsa temaşe dikin.



2- fîlmê de, senaryo berepaş dimeşe. yanî bûyera dawîn pêşîn tê nîşandan û senaryo ber bi sedemên van bûyeran ve berepaş dimeşe. serê mirov piçek tevlîhev dibe. erê.



09.05.2014 20:19 | simurg56