28. sîstema ku li ser komputera min ya li nexweşxaneyê jî sazkirî ye û bi saya wê di nexweşxaneyê de tenê ez dikarim ji mala xwe order bidim, reçete binivîsim û li fîlman binêrim * |
|
24.06.2018 14:24 |
simurg56
|
25. pergala ku gavek gelek girîng avêtiyeç lê xwezî vê gavê berî 10 salan biavêtan. |
|
25.06.2016 22:35 |
simurg56
|
23. pergala ku wergera wê û bikaranîna wê li rojavayê jî ketiye rojevê. ji bo vê yekê projeyek amade kirine. |
|
10.06.2016 22:21 |
simurg56
|
21. sîstema ku ger mirov rêkurtan eyar bike, dikare weke mînak bi ctrl-shift klavyeyê di navbera tirkî û kurdî de pevbiguhere. ez wisa bi kar tînim. |
|
20.05.2016 19:26 |
simurg56
|
18. êdî hêdî hêdî cihê xwe dihêle ji linux mintê re. |
|
13.11.2015 18:57 |
simurg56
|
13. pergala xebatê ye. yanî komple sîstemek e. loma divê bi bernameyan neyê tevlîhevkirin. |
|
05.11.2015 12:27 |
simurg56
|
9. îşelleh wê li rojavayê bibe pergala komputerên saziyan. îro kesek ji rêveberiyê daxwazek wisa ji koma ubuntuya kurdî kiriye. |
|
20.05.2015 23:15 |
simurg56
|
5. pergala xebatê ye ku berî 5-6 salan dema min weke yek ji berpirsiyarên koma wergera kurdî, ji bo belavkirinê cd'yên belaş ji wan xwestibû, camêran 100 heb cd ji min re belaş şandin. lê mixabin ji ber zagon û bûrokrasiya nalet ya tirkiyê min nekarî ji gumrikê bistînim. |
|
29.12.2013 22:19 |
simurg56
|
3. pergala xebatê ku versiyona 13.10 derketiye. |
|
28.10.2013 19:35 |
simurg56
|
2. pergala xebatê yê xwediyê du bernameyên bi navê unetbootin û grub customizer ku her car navê wan ji bîr dikim, aha min li vir nivîsand ku ji bîr nekim. |
|
02.06.2013 15:41 |
simurg56
|
1. pergaleke xebatê pergala xebatê ye ku li ser bingeha linuxê hatiye avakirin. ubuntu di nav pergalên xebatê yên ser bingeha linuxê, ya herî populer e. belaş e û ya herî girîng ew e ku kurdî ya wê jî heye. |
|
30.05.2013 12:48 |
simurg56
|