Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [duçerxe] de;

36. divê bi tu awayî li derve nemîne. li sûkê fîlan ji bo demekî belkî lê dema mirov hat mal teqez divê bibe nava malê. ger na, wê rojekî were dizîn. îstîsnaya vê tune. heta niha qet duçerxeya min nehatîye dizîn, bi saya vê yekê.
jixwe êdî li hemû avahîyan asansor hene. bi asansorê, birin û anîna wê gelekî hêsan e; frena paşîn bişidîne, duçerxeyê ber bi paş ve bikişîne. wê demê wê tegera pêşîn rabe, wê demê dest ji frenê berde û wek hespê rabûyî pêdarê, têkevin asandorê.

ya rast par 2 heb duçerxeyên hevalkî min, ji nava odeya wî jî hat dizîn lê li amedê tiştên wisa normal in ez bawer im.



30.11.2019 11:25 | simurg56

33. bi îngîlîzî bicycle an jî bike.
bi-cycle yanî cot-girover.

alavek ji bû çûn û hatinê ye. bi hêza piyên mirov dilive. cara ewil ji aliyê elmanek vbe hatiye çêkirin (1817). hê jî tiştekî him kêrhatî, him xwezayî, him ji bo tendûristiyê baş e û him jî êdî sporek e jî.
ji roja hatî îcatkirin, heta niha gelek guherîn û pêşvebirin tê de çêbûye bêguman. him konfor û saxlemîya wan him jî rêjeya berdarî û randimana wan zêdetir kiriye.
duçerxe bi kurtî, ji du teker, gewdeyek metal, dîreksîyon, cihê rûniştinê, zîncîra di navbera pedal û tekera paşîn û ji du frenan pêk tê.
tabî dû re gelek taybetiyên nû jî lê zêde bûne. weke mînak êdî sûspansîyon di hinek cûreyan de zarûrî ye, vîtes dîsa hema bêje di hemûyan de heye. her wiha ji bo veguhestina tiştan, sepet jî lê tên zêdekirin. ji bo ku bi şev, ji aliyê erebeyan ve were dîtin, lembe jî tên pêvekirin. ji bo ku elektrîk ji vê lembeyê re were hiulberandin, dînamo jî tên bikaranîn.

gelek cûreyên duçerxeyan hene. yên giştî; duçerxeya çiyê (mountain bike an jî mtb), duçerxeya turê, duçerxeya pêşbaziyê, duçerxeya bajêr in.
her wiha yên bmx hene ku zêdetir ji bo şovan tên bikaranîn. hinekî biçûk in. gelek cûreyên din jî hene ku ji bo qadên taybet tên bikaranîn.

parçeyên duçerxeyekê;
Here lînkê

1- îskelet (îngîlîzî: frame, tirkî;kadro, çatı)
beşa herî mezin û girîng ya duçerxeyekê ye. di performans û xuyaniya wê de rola herî mezin dilîze. bi giştî, çiqas sivik be, ewqas baş e. li gorî giraniya wan, ji zêde ber bi hindik ve wisa ye; pola/hêsin>alumînyum>tîtanyum>karbon.
yên karbon li gorî yên din gelekî bûha ne tabî. yên îdeal weke alumînyum xuya dike.
li gorî şikl û şemala xwe, ji gelek lûleyan pêk tê.

2- çetel (îngîlîzî; fork, tirkî; maşa)
parçeya ku ji dîreksîyonê destpê dike û bi îskeletê ve tê girêdan û tekerê pêşîn pêve tê girêdan.

3- rûniştek (îngîlîzî; saddle, tirkî; sele)

4- dîreksîyon (îngîlîzî; handlebar, tirkî; gidon)

5- pedal (îngîlîzî; pedal, tirkî; pedal)

6- teker (îngîlîzî; wheel, tirkî; teker)
ji lastîkên derveyîn, lastîkên hundirîn, jant, navika tekerê mîlên di navbera jant û navikê pêk tê. li gorî mezinahiya duçerxeyê, mezinahiya tekeran jî diguhere. her wiha li gorî armanca duçerxeyê, stûrahiya tekerê jî diguhere. yên zirav, bileztir in. lê li hember darbeyan ne saxlem in. ji bo asfaltê baş in lê di riyên bi kort û xendek, ne baş in. her wiha bi tekerên zirav heye ku hûn di mazgalên kanalîzasyonê de asê bimînin ;)
Here lînkê

7- vîtes (îngîlîzî; transmission, tirkî; vites)
sîstema vîtesê ji gelek parçeyan pêk tê. li pêş, girêdayî pedalê çend çerxên vîtesê hene. bi giştî 3 heb in. li navenda tekera paş jî dîsa çend çerxên vîtesê hene. weke mînak 7 an jî 10 heb. ger 10 heb bin; 3x10=30 vîtes tê gotin.
di navbera van çerxên pêş û paş de zîncîrek heye. sîstem, li gorî daxwaza ajoker, zîncîrê di navbera van çerxan de dibe û tîne.
li pêş, çerx çiqas mezin be, ajotin ewqas zehmet e lê duçerxe ewqas bilez e. li paş, (sîstem berevajî ye) çerx çiqas mezin be, ajotin ewqas hêsan e lê duçerxe hêdî hêdî diçe.
navê parçeya ku zîncîrê di navbera çerxan de tîne û dibe, bi tirkî aktarıcı bi tirkî derailleur e.
dema em biçûk bûn, me navek din bi kar dianî lê dikim nakim nayê bîra min. navek artîstîk bû.
Here lînkê

8- fren (îngîlîzî; brake, tirkî; fren)
sîstema ku duçerxeyê disekinîne. dema em zarok bûn, piranî yên me xerabe bûn. me jî şûna wêî lingê xwe dirêjî tekerê dikir û pêlava xwe bi tekerê ve dişidand. bi vî away, duçerxe disekiniya.
êdî celebên frenan jî hene;

a- v-fren û u-fren; frenên klasîk in. du destiyên frenê hene ku du parçeyên nermik/lastîk bi serê wan ve heye. dema mirov bi destê xwe frenê diguvişe, ev her du destik wan lastîkan bi jantê ve dişidîne û tekerê disekinîne.Here lînkê


b- hîdrolîk dîsk fren; di van frenan de di kabloyên frenê de şûna telan, şileya hîdrolîkê heye. dema we frenê guvaşt, hêza we bi vê avikê/şileyê tê veguhestin li destikên frenê. sîstemek moderntir e. gelek saxlemtir e û siviktir e. hinekî buhatir e.
di van frenan de li navika tekeran, dîskek mîna çerxên vîtesê hene. balatayên frenê, van dîskan dişidînin, ne jantan. (yên jantan dişidînin jî hene tabî)
Here lînkê


c- mekanîk dîsk fren; mîna hîdrolîk dîsk frenê, ev fren jî şûna jantan, dîskan dişidîne. lê di vê sîstemê de, di kabloyan de mîna v-frenan, têl hene. loma bi qasê hîdrolîkan ne saxlem û sivik in. di eslê xwe de ji herduyan jî xerabtir in.

d- kontra pedal; di van frenan de, dema mirov pedala duçerxeyê ber bi paş ve dizivirîne, tekera paşîn asê dibe û disekine. gelek bibandor e. lê zêde eyara wê tune. çawa ku we frenê girt, teker disekine. yanî şûna hêdîkirinê, rasterast disekinîne.


ev bi qasê 12 sal in ku min duçerxe neajotine. lê min beriya heftiyekê (bi alîkariya tirşikvanê rênas) ji xwe re duçerxeyek xweşik kirî. meha remezanê jî hat lê dîsa jî car caran dema derfet dibînim, derdikevim û jixwe re diajom. xwedê hez bike ez ê tevlî komeleya duçerxe û werzîşên xwezayî yên amedê jî bibim.



28.05.2017 22:50 ~23:25 | simurg56

30. amûra herî xweşik e ji bo çûna mesafeyên kurt. lê li her derî nikare were bikaranîn. divê bajarê we ewle be (nexwe wê duçerxeya wê di nava rojan de were dizîn) û divê zêde kaş û derberjêr tune bin û divê trafîkaa bajarî, rêzê ji bo duçerxeyan bigire. ger ev tune bin, mirov encax ji neçariyê here duçerxe bajo. (bnr: bûhayên petrolê)



10.10.2016 20:40 | simurg56

16. ez bawer im kurdî jê re dibêjin duçerxe.

xeyala hema bêje hemû zarokan e. bi yek bi yek berhevkirin û lihevanîna parçeyan be jî dawiyê de min vê xeyala xwe pêk anîbû. ewqas ku min pisiqlêtê, heta bilyeyên li navenda tekêran jî derxistiye û kiriye cihê wê. ew qas zanim anatomiya wan. û piştî min her tiştê wê temam kir, min frênek sêyemîn lê zêde kiribû û danîbû li binê cihê rûniştinê. çima? ji bo dema mirov frênê bigire bêje tep û bikeve erdê. kuro, min çi karek beredayî kiriye! niha fêhm dikim. neyse.



îhtîmalek mezin piraniya tirşikvanan jî bi pisiqlêtên bisan dest bi ajotina wê kirine. ew bisanên ku hêsina jorîn ya bedena wê du heb bûn û lingê me qet negihişt pêdalên wê. û loma me lingên xwe ji nava îskeleta wê re dikir û wisa diajot. ev tevger, dikare weke şovek akrobasiyê were nîşandan.



pisiqlêta ciwana (hûn bêjin zarok) eslê xwe de bmx e. ji hemûyan bedewtir e, jixwe akrobasiyê de jî ev tên bikaranîn.



weke din pisiqlêtên pînokyo hebûn. weke pisiqlêtên keçikan dihatin dîtin lê piştî ku yek ket destê me, ev nêrîna me jî guherî *



pisiqlêtê parçekirin, îskeleta wê derxistin, bi zimparayê hemû boyaxa wê jêbirin û paşê bi boyaxa spreyê an jî bi firçeyeke kevin, bi rengekî nû boyaxkirin. nekarîna li bendê mayîna ji bo zûwabûna wê. dîsa hemû parçeyan li hev anîn û lê siwar bûn... hemû jî keyfên bêhempa bûn.

hela jixwe ji bo tûrekê dana hevalê xwe û bi vî awayî mîneta xwe kirin ser wan.. ev jî aLiyê tîcareta wê bû...



ev peyam çima evqas dirêj bû, çawa evqas kûr bû?

ev edet ji ku derket nizanim lê nifşa ku zarokatiya xwe di salên 80î û 90î derbas kirine, ji niha ve ketina nostaljiya pîran. gelo ji ber ku em zarokên dawîn yên ku karîne li kuçeyan bilîzin, in? an?



12.12.2013 00:22 | simurg56

9. bilêvkirina weke pisqilêt jî hatiye bihîstin. (bnr: ez ji xwe zanim)

%60ê zarokatiya min derbarê wê de ye * belkî rojek dil hebe dirêj vebêjim.



01.09.2013 00:23 | simurg56