Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di kurdî de problematîka navê mehan] de;

3. derbarê vê pirgirêkê de min jî berî 2 salan nivîsek di bloga wergerine.com de nivîsandibû (blog niha hat girtin)



ew nivîs li jêr e:



"Sergêjiya navê mehan



Demekê serê min jî gêj bibû ji ber tevlîheviya navê mehan. Li gor her zarava û herêmê navên mehan diguherin. Tabî her çiqas ev dewlemendiyeke kurdî be jî mixabin ev yek di heman demê de dibe sedema têkilheviyekê jî. Berî demekê min nûçeyek xwendibû ku qala standartkirina van navan dikir û lîsteyeke mehan hatibû derxistin, ji wê rojê ve ez van navan bi kar tînim. Min xwest haya we jî jê hebe. Li vê rûpelê (lînka tê behskirin êdî naxebite) jî qala vê pirsgirêkê tê kirin. Xuya ye ya her baş dîsa bikaranîna standartên Enstîtûya Kurdî ya Parîsê û ya Roj TVyê ye. Jixwe ji xeynî du mehan ev herdu sazî heman navan bi kar tînin. Ez bixwe ya Enstîtûyê tercîh dikim ku ev jî wisa ye:

1- Çile, 2- Sibat, 3- Adar, 4- Nîsan, 5- Gulan, 6- Hezîran, 7- Tîrmeh, 8-Tebax, 9- Îlon, 10- Cotmeh 11- Mijdar 12-Kanûn"



Li malpera TZP kurdî jî heman nav tên pêşniyarkirin (ev lînk jî êdî naxebite) û tê ragihandin ku Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD)ê di konferansa xwe ya çaremîn de biryareke ji bo bikaranîna van navan standiye. Ji kerema xwe re hûn jî bi qasê ji destê we were, tenê van navan bi kar bînin ku êdî ji bo mijareke wisa bes serê me gêj bibe *



li vê nivîsê, bikarhênerek bin nivîsê de bersiv dabû û dawiyê de min wisa gotibû:



"Hevalê @Koparo, min ji kesekî ji Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê pirs kir û bersiv stand, dibêje ku Enstîtû jî weke gotina te bi kar tîne.

Yanî wisa:

1- Rêbendan, 2- Reşemî, 3- Adar, 4- Avrêl, 5- Gulan, 6- Pûşper, 7- Tîrmeh, 8- Gelawêj, 9- Rezber, 10- Kewçêr, 11- Sermawez, 12- Berfanbar.

Spas ji bo hişyariya te. (Ez ê nivîsê jî sererast bikim û ez ê êdî wisa bi kar bînim)"



vêca em çawa bikin, nizanim.



13.07.2013 02:21 | simurg56