Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyvên ku ji kurdî ketine tirkî] de;

42. (bnr: peyvên ku ji kurdî ketine farisî)



belkî hemû ne ji kurdî derbasî tirkî bibin lê divê mirov zimanê kurdî jî evqas bêhêz hesab neke. çawa ku gelek nirxên kurdan û heta axa kurdan ji aliyê netewên din ve hatine dizîn gelek peyv jî hatine dizîn û em pê nizanin. weke mînak peyva abdest; çima ne ji kurdî lê ji farisî derbasî tirkî bûbe? ma zimanê farisî ji roja big bangê ve heye lê kurdî berî 100 salan hat îcatkirin? kî dikare bêje ev eslê vê peyvê ne kurdî lê farisî ye?



20.12.2015 15:31 | simurg56

22. bêguman "diklenmek" ne yek ji van e.

ji ber ku peyva "diklenmek " ji peyva "dik" ya bi tirkî tê ku wateya wê "tiştê tîkane" ye û "diklenmek" jî wateya xwe ji vê maneyê distîne: xwe req kirin, xwe tîkane kirin, serê xwe rakirin.



23.07.2013 09:47 | simurg56

3. bi qasê zanim di nav van peyvan de tirşik tune.

ji ber ku xwarineke tirkan jî bi vî navî heye. lê ya wan ne tirşik e, "tîrşîk" e.

giyayê tîrşîk: http://tr.wikipedia.org/wiki/Tir%C5%9Fik (jê re andırın jî tê gotin)

xwarina wan tîrşîk: http://tr.wikipedia.org/wiki/T%C4%B1r%C5%9Fik_%C3%A7orbas%C4%B1



13.07.2013 17:45 | simurg56