Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tendona aşîl] de;

1. tendona masûlkeyên li pişta çêqê(çîmê) mirov e ku van masûlkeyan bi hestiyê lingyê mirov, calcaneus ve girê dide.

vê tendonê navê xwe ji lehengê mîtolojiya yewnanan, ji achilles (aşîl) standiye. li gorî mîtolojiyê, aşîl nîvxweda ye. diya wî thetis, ji bo ku aşîl bike nemir, wî dibe dixe nav ava çema stiks. lê heft mixabin ku dema li avê hiltîne, ji bîr dike ku pişta lingê aşîl têxe nav avê. yanî tam cihê ku tendona aşîl lê ye, ziwa dimîne. û ji ber vê yekê aşîl, tenê ger mirov derbeyek li vî dera wî bixe, dimîre. weke din nemir e.

jixwe parîsjî, tîrek berdaye vê vê dera şîl û wî kuştiye.



tiştekî bêmantiq e. ji ber ku ne aşîl, mirovek normal jî tîrek bikeve tendona wî ya aşîlê, namire. encax kulek bimîne û hew *



24.05.2014 13:34 | simurg56