Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [spring, summer, fall, winter... and spring] de;

1. yek ji fîlmên herî navdar ya kim ki-duk e.

weke piraniya fîlmên ki-duk kim, tê de gelek hindik axaftin heye. dîsa weke gelek fîlmên wî, di vê fîlmê de jî jî ew bixwe jî di sahneyekê de tê dîtin.

fîlmek gelekî xweş e. ji xeynî sahneyekê tenê yê erotîk, hûn dikarin vekin û bi diya xwe re temaşe bikin; wê jê hez bike *



henek li aliyekê, fîlmek gelek xweş û watedar e. mirov tamek xweş jê distîne. ez hê jî li strana ku di fînala fîlmê de lê dide, guhdar dikim.



ger îş û karê we tune be, aniha daxin û bi kurdî lê temaşe bikin.



wergera kurdî ya fîlmê jî heye: (brusk56 wergerandibû);

http://www.wergerine.com/index.php/filmen-kurdi/arsiva-nuceyen-filman/213-filma-spring-summer-fall-winter-and-spring-li-kurdi-hat-wergerandin

http://www.wergerine.com/index.php/filmen-kurdi/binnivis/category/38-spring-summer-fall-winter...-and-spring



08.06.2014 13:08 | simurg56