Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [battlestar galactica] de;

2. di nav rêzefîlmên biyanî yên min temaşe kirine, de, yek ji yên herî herî baş e.

di nav rêzefîlmên biyanî yên derbarê xeyalî-zanistî de, ya herî baş e.



ji ber ku ne tenê fîlmeke aksiyonê ye û dîtbariyê ye, rêzefîlmê de gelek caran beşek bi temamî ji bo karakterekê tê veqetandin ku psîkolojiya wê/wî kesî bi me bidin zanîn. him ji ber vê yekê, yek bi yek mirov hemû karakteran weke kesekî ji malbata xwe nas dike û hez dike, him jî ji ber başiya lîstikvaniya wan mirov têr ji temaşekirina rêzefîlmê nabe.

rêzefîlmê 2004an de destpê kir û çar sezon lîst, min hemûyan temaşe kir. yanî gora wê diaxifim. ji aliyê din ve gelek beşên biçûcik jî derketin lê min beşên ku çend deqeyan pêk tên û tevlîhev û belave ne, temaşe nekir.



16.07.2013 11:30 | simurg56