Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [beş kardeş] de;

6. mixabin çênebûye. karakterên îmamê mizgeftê û çepgirê romantîk dikariyan bibin fenomen lê ji bo karakteran nekarîne senaryoyek resen binivîsin. ji aliyê din be têkiliyên saît û hezkiriya wî ya kevin jî zêde bîhna mirov zêde zêde teng dike. têkiliyek bêwate û zarokane ye û ne romantîk e, me dramatîk e ne jî komîk e.

jixwe di destpêkê de onur unlu gotibû: yên ku leyla ile mecnunê dixwazin bila biçin li leyla ile mecnunê temaşe bikin. ev ê rêzefîlmek nû be.



23.06.2015 23:21 | simurg56

5. rêzefîlma ku beşa wê ya duyem îro tê weşandin.

min piraniya beşa yekem temaşe kir. ne xerab e, nabe ku mirov yekcar hêvî jê bibire lê zêde hêvî jî neda min.

jixwe, onur unlu bixwe jî gotibû ku wê vê carê nebe komediya absurt, digot vê carê xwestine rêzefîlmek klasîk bikişînin.




rêzefîlmê de tişta ku herî zêde bala min kişand, karakterê nazim e. ku navê xwe ji nazım hikmetê helbestkar standiye. te dît onur unlu bi xwe jî bi navê xwe yê din -ah muhsin unlu- helbestan dinivîse, ez bawerim tenê ji bo xwe vî karakterî li rêzefîlmê zêde kiriye.




min niyet heye li çend beşan temaşe bikim û wilo biryara xwe bidim.



23.02.2015 21:41 | simurg56

2. xwediyê kadroyek baş e. lê xwedê bike dîsa nebe karek wek ben de özledim û armanca wan dîsa ne xwarina nanê leyla ile mecnun be.



17.07.2014 16:47 | simurg56