Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sahneyên fîlman ku nayên jibîrkirin] de;

1. dîmenên ku dema navê fîlman tê hildan, tên bîra mirov.



weke mîna dema fîlma the fountain dibihîsim/dibînim, sahneya ki min di mijara fîlmê de jî behsê kiribû tê bîra min;

"sahneya ku dîmen hêdî hêdî ji mûyên ser laşê jinikê derbasî mûyên darê dibe. jixwe li gorî zilam dar, giyana jina wî dihewîne. ev bawerî û dîmen gelekî li hev tên."





dîsa dema fîlma braveheart tê gotin, du sahne tên bîra min;

1- dema serlehengê me tê kuştin diqîre û diêbje "azadî" û kinca ku aîdê hezkiriya wî bû, ji destê wî dikeve erdê.



2- sahneya ku serlehengê me di nava şer de dikeve pey serokeke dijminan û li ciheke dûr wî ji hespê wî dixe erdê û hindik dimîne ku wî bikuje. lê çawa ku zirxa wî ji serê wî derdixe û dibîne ku qaşo hevalê wî ye û li ser vê yekê ji nişka ve bêquwet dikeve û xwe berdide ser pişta xwe.

mixabin min vîdyoya wê nekarî peyda bikim.



20.07.2014 11:17 | simurg56