Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zarok tv] de;

68. di nav kurdan de êdî cihê xwe tam girtîye. êz dibînim ku kurdên ne welatparêz jî li zarokên xwe didin temaşekirin ku ev tiştekî gelek baş e.
xêzefîlmên wan hinekî hêdî diguherin û dema mirov zêde lê temaşe bike jê aciz dibe lê dîsa jî ji qenalên tirkan çêtir e. di wan de jî heman tişt heye lê ji ber ku hejmara wan zêde ye, balê nakişîne.
bila her hebe.



14.12.2019 18:57 | simurg56

56. qenala ku biryara girtina wê hatiye rakirin û tê hêvîkirin ku di nava demk kurt de ji nû ve dest bi weşanê bike. malpera wê hê jî qedexekirî ye lê belê.



13.11.2016 22:35 | simurg56

53. xebata herî kêrhatî ya kurdan bû. mixabin ji aliyê bênamûsan ve hat girtin. divê demildest dest bi weşana hotbirdê bike.
malpera wê jî hatiye qedexekirin. mirov encax dikare bi vpnê bikevê, jixwe li wir jî weşan tune.



30.09.2016 21:24 | simurg56

50. gelek baş e ku ew bixwe jî materyalan dafirînin. bernameyek bi navê morî, diweşînin ku him ji sohbeta kûklayan him jî ji xêzefîlma morîyê pêk tê. ev bername bi derfetên wan bixwe hatiye amadekirin. xebat li seyr-î meselê tê çêkirin.

helbet dema mirov bide ber xêefîlmên din, kalîteya wê gelek kêm e. dema diaxivin, rûyê karektera hema bêje qet naguhere û mirov dibêje qey tenê wêneyek in.. lê dîsa jî xebatek gelek baş e, ji ber ku ger berdewam bike, gumana min tune ku wê gelek bipêş bikeve.

min berî niha seh nekiriye ku xêzefîlmek bi kurdî hatibe amadekirin.



îro dema keça min lê temaşe dikir, min dît ku di vê xêefîlmê de bav/zilamê malê, malê dimale. vê dîmenê bala min kişand, min ji jina xwe re got "zûka vê qenalê biguhere, ji bo we dibe mînakek nebaş!" *



03.08.2016 20:20 | simurg56

47. malpera xwe guhertiye û vê carê bi rastî xistiye merîyetê: Here lînkê

êdî mirov dikare rêza weşana wê bibîne. her wiha dikare zindî temaşe jî bike.



tişta ku bala min kişand: weşana malperê bi sê zimanan e. kurmancî, zazakî û îngîlîzî. bi rastî jî beşa îngîlîzî jî tam hatiye wergerandin. yanî ne tenê sernavan wergerandine. êcêb.



mirov êdî dikare vîdyoyan jî ji wan re bişîne. te dît dest bi bernameyek bi navê kenkenok kirine ku tê de vîdyoyên komîk/şêrîn diweşînin. ger ji vîdyoyên we hez bikin, heye ku di wê bernameyê de biweşînin.



09.02.2016 21:16 | simurg56

37. di beşeke xwe de soz dike zarokan û pirsan ji wan dike. navê vê beşê dora te ye. pirsên weke "azadî çi ye?", "heval çi ye" û hwd. ji zarokan dipirse û bersivên komîk, şêrîn û hwd. ji wan distîne.

zarokên ku van pirsan dibersivînin, xwwendekarên dibistana seretayî a ferzad kemanger in.



22.10.2015 19:09 | simurg56

29. qenala ku piştî roja newrozê dest bi weşana normal kir.

êdî filma can û gulnurê nayê weşandin, şikir ji xwedê re.

vêga gelek rêzefîlmên ji hev cûda û xweş diweşînin.

di serî de spongebob squarepants. bi weşana xwe ya niha, bi rastî jî gelek profesyoneltir bûye. wergerên rêzefîlman gelek gelek çêtir e. dublaj jî çêtirin.

di destê wan de çiqas beşên amade hene nizanim. îşelleh piştî heftiyekê em dîsa hemû beşan jiber nekin. lê bi rewşa heyî: çêbûye! her bijî.



29.03.2015 11:20 | simurg56

26. li gorî reklamên wan, di roja newrozê de dest bi weşana rastîn dike.

ser xêrê îşelleh.



19.03.2015 18:44 | simurg56

21. amblema xwe jî guhertin lê hê jî nivîsa di bin amblema xwe de ku bi tirkî ye, negiherîn: test yayın



28.12.2014 17:28 | simurg56

17. derbasî cîngilek nû bûye.

reklama çend xêzefîlmên nû jî tê kirin. lê ev xêzefîlmên nû, wê kengê werin weşandin, nayê gotin: "di demek nêz de"



di reklama van xêzefîlman de navên fîlman bi kurdî û soranî tên nivîsandin. îhtîmalek mezin wê dest bi weşana soranî jî bikin.



23.12.2014 21:07 | simurg56

15. hê jî di weşana testê de ye. ji bo weşana testê ne xerab e lê ez jî jê kerixîm. min hemû replîkên wê ji ber kirin, ji ber ku êdî beşên nû wernagerînin. û di wergerên wan de de gelek xeletiyên mantiqî hene. lê dîsa jî beşên nû û xêzefîlmên nû wergerînin, em ê lê temaşe bikin.

ger ev tune be em ê neçar bimînin ku yên tirkan vekin.



09.12.2014 23:15 | simurg56

11. xwedî malperek xwerû bi tirkî ye.

tabî ger malpera wan ya fermî ev be: http://www.zarok.tv.tr



14.11.2014 22:34 | simurg56

10. qenala ku divê navê xwe biguhere û bike can tv. rojê 23 saet ev xêzefîlm dilîze. zimanê wê ne fesîh e lê ne ewqas jî xerab e. ji her alî ve tê fêhmkirin ku wergera ji tirkî ye.

lê dîsa jî di tunebûna pepûle tvyê de hêjayî vekirinê ye (li şûna yumurcak tv)



02.11.2014 18:25 | simurg56

6. qenela ku van rojan ji ber tunebûna weşana pepûle tvyê, em lê temaşe dikin. ne xerab e lê xêzefîlmên wê bi qasê ya pepûleyê ne xweş in. jixwe %50ê zêdetir ya weşana wê can e.



27.10.2014 19:55 | simurg56

4. di weşana testê de ye. loma ji bo rexneyan zû ye. bi rewaşa xwe ya heyî jî ne xerab e lê hê nebûye wek pepûle tvyê.

hinek xêzefîlmên wan û ya pepûleyê wek hev in, lê dublaja wan cuda ye. xwezî heman dublajê bi kar bianiyan. bi vî awayî him serê zarokan tevlîhev nedibû him jî ked nediçûn avê. şûna wê hinek xêzefîlmên din dikariya werina dublajkirin.



11.10.2014 20:47 | simurg56