Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [leman sam] de;

8. mirovekî faşîst e. ewqas ku mirov dikare wek pênaseya faşîstan vê jinikê nîşan bide. di vê meseleya ereban de jî, di twîtên xwe yên berê de jî rasterast faşîzmê dike. ku erk di destê wê de bûya, hîç guman nekin ku wê ji erdogan û bahçelî gelek zêdetir zalim ba.
tişta ecêb ew e ku li gorî vê zîhnîyetê, ev ne faşîzm e.



13.01.2022 23:49 | simurg56

4. îro dîsa nîşan daye ku bi qasê misqalek jî mejî di serî de tune.

dîsa tweetek rîtiye. derbarê erheja li nepalê û bi hezaran miriyan de gotiye "ji xwe xwedavenda xwe bi hezaran heywanan kiribûn qurban. ma digotin wê bêceza bimînin? îro bi hezaran ji wan mirin, xwedaya wan qebûl bike."



di tweetandinê de ji asta nihat dogan jî derbas kir vê xanimê.

gelek hunermend hene, heta ku neaxivin mirov dibêje qey zana ne, ronakbîr in. lê dema dippeyvin mirov dibêje xwezî tu lal bûya.



26.04.2015 12:48 | simurg56

1. stranbêjek tirk e ku ji aliyê gelek kurdan ve jî tê guhdarkirin.

îro tweetek wisa avêtiye "benim için ışid ile bıçağını masum bir hayvanın boğazına dayayan aynı duygudadır, ışid beni şaşırtmıyor"



yanî "ji bo min di navbera hestên mirovê ku heywanek bêguneh serjê dike û ya daîşê de tu ferq tune"

yanî quzzilqurt. wateya vê hevoka tewşo mewşo ev e "hemû mirovên ku goşt dixwin, mîna daîşê ne".



05.10.2014 22:58 | simurg56