Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [winged scapula] de;

1. nexweşiya ku bi kurdî weke skapulaya perbûyî dikare were binavkirin. yanî skapulaya ku bûye mîna peran.

ji ber qusurên rehika long thoracic nerve (nervus thoracicus longus) çêdibe ku gelek caran sedema qusurê jî jêbûna vê rehikê ya di emeliyatên mastektomîyê de ye.



hestiya ku li pişta milên mirovan e û mîna bêrikekê ye (scapula), ji cihê xwe dibe û di bin çermê mirov de bilin dibe.



di vê nexweşiyê de, êş her tim nabe lê dibe ku hebe jî. weke din di kirina aktîvîteyên rojane de jî problem çêdibin ji ber ku livandina mil û çengan hinek zehmet dibe.



01.11.2014 16:45 | simurg56