Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [edge of tomorrow] de;

1. fîlmek orjînal e. serlehengê fîlmê tom cruise e. îsal ketiye vîzyonê.

min duh li ser komputerê lê temaşe kir.

her çiqas fîlmek aksîyonê be jî tê de senaryoyek têra xwe xweş heye û sahneyên komîk jî gelek in.

cûreyên fîlmê aksîyon û honaka zanistî ye. pûana min jê re bû 85.



lê bi ya min ji fikreke wisa orjînalî fîlmek gelek baştir dikariya were afirandin. bi vê rewşa xwe fîlmek baş e lê di destê derhênerek/senarîstek din, dikariya bibe klasîkek.



--- spoîler ---

niha zêde naxwazim serê xwe pê biêşînim lê di dawiya fîlmê de dema cageomegayê kuşt û rojê dîsa vegerand destpêkê (eslê xwe de vegerand piçekî din jî paştir), çima li gel hemû tiştên din kuştina omegayê jî paş de venegeriya, min vê fêhm nekir. eslê xwe de pirsa herî girîng jî ev e. dawiya dawîn çareseriya/fînala fîlmê bi vê ve girêdayî ye.

--- spoîler ---



08.11.2014 14:51 | simurg56