Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhenga şikestî] de;

163. nivîskarê ku ji me re xeber şandibû û gotibû di "berbanga şeva înê de, li stûna çepê ya tirşikê binêrin".
li ser soza xwe sekinîye, baş jî kiriye.



22.11.2019 23:51 | simurg56

133. nivîskarê ku wêneya xwe ya ku ji kitikek hez dike, ji xwe re kiriye avatar. keçik ji wêneyên wisa hez dikin. taktîkek baş e ferhengo.

(bnr: taktîk ji bo evîndaran)



13.04.2016 21:00 | simurg56

130. ji zavayên tirşikê ye. îstîxbarata tirşikê hay jê heye ku hinek nivîskarên din jî li ber zewacê ne.



29.03.2016 21:24 ~21:24 | simurg56

99. di ferhengê de yek ji nivîskaran e ku di gengeşiyan de zêde provake nabe û nake, peyamên tûj jî nanivîse. lê çawa rcrya wî ji ya min kêmtir e, min nezanî *



02.09.2015 23:37 | simurg56

72. mifteya bajêr ya amedê heq dike.

lê dibêjin evînên mezin bi pevçûnê destpê dikin; heye ku piştî çend salan, jehra stenbolê tevlî xwîna wî jî bibe û xwe berde cihê amedê ya di dilê wî de.



27.03.2015 19:26 ~19:26 | simurg56

46. navê nû yê serhat neçîrvan e.

ji ber sedemên neçarî, navê wî li ser daxwaza wî wisa hat guhertin. lê divê ji bo herkesî re nebe mînak. mînakek nebaş e *



25.11.2014 19:03 | simurg56

41. moderatorê nû yê tirşikê ye. ser xêrê be.



10.11.2014 19:03 | simurg56

36. (bnr: paragrafên dirêj)



24.09.2014 23:15 | simurg56

34. tirşikvanê ku êdî mirov dikare ji wêneya profîla wî, simbêlên wî yên qeytan bibîne *

(bnr: simbêlên navdar)



16.09.2014 12:58 | simurg56

29. endazerê biçûk e. lê ne bi wateyek xerab.

carina dema nivîsên wî dixwînim, di nivê nivîsê de li nivîskar dinêrim û dibêjim qey endazer e, lê dibînim ku serhat e.



20.06.2014 19:49 | simurg56

17. evîndarê amedê ye. heta niha min tu mirovek wisa nedîtiye ku ev çend ji bajarê xwe hez bike û pê ve girêdayî be. (bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)

xwedê bike ji bajarê ku niha lê ye, hez bike an jî riya vegera li amedê bibîne. dil bi me ve nehişt çimkî, peritand!



19.04.2014 09:40 | simurg56

8. nivîskarek hêja ye. xwedê hejmara nifşa wî zêde bike. peyamên wî bi giştî agahdar dikin.

weke tê zanîn du cûre peyam hene:

1- yên ku piştî xwendinê êdî tenê sergo ne û beredayî ne

2- yên ku piştî saleke din jî dikarin ji aliyê hinekan ve werin xwendin û jê sûd were wergirtin.



yên camêr ji beşa duyemîn in. yanî piranî.



27.01.2014 19:51 | simurg56

4. nivîskarê ku van rojan dilê wî ketiye bedewekê... mirov taa ji vir fêhm dike ka çiqas dilê wî dike teptep.

xwedê îşê wî rast bîne. wellehî rojên min yên berê anî bîra min û da bêrîkirin.



12.12.2013 22:34 | simurg56

3. xemxwarê kurdî ku profîla xwe de diyar kiriye ku bi eslê xwe zazaye. lê maşallah kurmanciya wî jî gelekî baş e. xêr hatiye malperê.



06.12.2013 19:35 | simurg56