Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kerem gerdenzerî] de;

2. muzîsyenî kurd e. navê wî yê rastîn kerem tahar gerdenzerî ye.

6 Adara 1952 li bajarê Tiblîsê (Gurcistan) hatiye dinyayê. Bavê wî taharê hacî gerdenzerî, dayîka wî redîfa nacîv-beg reşî bû.



Kerem Gerdenzerî yê ku Bass-gîtar kar tîne, sala 1976ê de koma wetan ava dike ku yekemîn koma rock mûzîka kurdî ye.

koma wetan ji van kesan pêk dihat;

Derfan – rafaêlê Şamilê dasinî

Keyboard – lêvon grîgorî Şaxbazyan

Solo-gîtar, vokal – omarê sebriyê recevî

Berpirsyarê komê, bass-gîtar, vokal – keremê taharê gerdenzerî



Koma Wetan li Gurcistanê festîvalan de stranên xwe gotine û konseran dane.

stranên helbestvanên ku mîna wan li qafqasan dijîn; mîkaîlî reşît, karlînî çaçan, aliyî îsko, ordîxzanê celîl, latîfî husret distirin.



sala 1978ê de li gurcîstanê tên vexwendin ji bo festîvaleke mûzîkê. performansa wan di televîzyona gûrcî de zindî tê weşandin.

sala 1979ê de albûma wan ya yekem "bayê payizê" derdikeve.



koma wetan sala 1991ê de belav dibe û k. Gerdenzerî sala 1992ê de derbasî Moskvaê dibe.

lê gerdenzerî dev ji mûzîkê bernade.

Sala 1986 - 1989ê de K. Gerdenzerî li ser albûma nû "azadî, bi alîkariya lêonîd atabêkov, nîkolay Şêstov û alêksandir vorobyov dixebite. 1989ê de albûma azadî derdikeve.

hemû pereyên ku ji vê albûmê tê, dişînin hesabeke ku ji bo qetlîama helepçeyê hatiye vekirin.

Salên 1999 - 2001ê de K. Gerdenzerî albûma din "hewar" çêdike.

2001ê de albûma "Stranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor"

2002ê de jî albûma "Sitranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî" derket.

kerem gerdenzerî sala 2013an de ji kom mûzîkê albûmeke bi navê "rojbaş amed - veger" derxist ku tê de stranên aîdê albûma yekemîn ya koma wetan "bayê payîzê" jî hene û cî dide wêneya berga vê albûmê.



albûmên wî;

Bayê paîzê (1979) (bi koma wetan re)

Azadî (1989)

Hewar (2001)

Stranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor (2001)

Stranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî (2002)

rojbaş amed - veger (2013)



gerdenzerî, xwediyê 5 zarokan e.

malpera wî ya înternetê: http://www.gerdenzeri.ru (aniha weşanê nake)





stranên di albûma azadî de:

brîndar

çi digerî

elegez

filîto lawo

hesen bira

hewa sar e

perîşan

sînê

şêna min

venagere

welatê me



bi kurdî û kurtî, kerem gerdenzerî û koma wetan bavê rock mûzîka kurdî ne. stranên wan hê jî hêjayî guhdarkirinê ye.

û ji bo hemû komên ku encax 20-30 sal piştî wan derketine holê, bûne mînaka herî baş.

her bijî kerem gerdenzerî, xwedê ji we razî be.



10.07.2013 14:15 | simurg56

1. solîstê koma wetan



30.05.2013 16:18 | simurg56