Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lc waikiki] de;

15. ne marqeyek baş e. cilên wan yên ji bo mezinan zêde kêr nayên. lê ji bo zarokan baş e. ji ber ku zaroka zû mezin dibin, cilên wan jî zû tên guhertin. cilên waikikîyê jî heta dema guhertinê baş îdare dikin.



24.12.2019 21:54 | simurg56

1. marqeya îro hîn bûm ku aîdê tirkan e.

lc, kurteya ""Les Copains" e ku wateya wê bi fransî "hevalno" ye. waikiki jî navê plajeke li hawaiiyê ye.

marqe di eslê xwe de ji aliyê fransiyek ve hatiye avakirin. lê di sala 1997an de, şîrketa tirkan ya bi navê taha grub ku jixwe li tirkiyê hilberînên lcw'ê difiroşt, marqeyê komple kiriye û kiriye marqeyek tirk.



cilên wan zêde ne baş in lê zêde ne baş in jî. bi giştî, t-shirtên xwe ji wir dikirim. ew ê ku bi yek rengî ne û tenê bi nivîsek nexuya li ser wê lcw dinivîse. lê ez bawer im ez ê êdî zêde jê nekirim *

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



27.11.2014 21:19 | simurg56