Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [locke] de;

1. fîlmeke sala 2013an e.

https://tirsik.net/film.php?film=105



tevahiya fîlmê di erebeyekê de û ji axaftinên bi telefonê pêk tê. min 74 puan dan fîlmê.

ji ber ku fîlm ne dirêj e (85 deqe) bêhna min jê teng nebû lê ne ewqasî bandorker e.



di fîlmên wisa de teksta dîalogan gelek girîng e. di hinek fîlman de sahneyên gelek dirêj hene ku tenê ji axaftinan pêk tê, lê mirov ji guhdarkirina wê têr nabe û qet jê aciz nabe. (bnr: the man from earth)

ji ber ku ev fîlm jî tenê di mekanekê de derbas dibe û tenê ji axaftinan pêk tê, diviyabû axaftin hinek din kûrtir bûna.



--- spoiler ---

me bizaniya ka dawiya wî û jina vû bû çi û karê betonê bû çi, baştir bû.

--- spoiler ---



çend fîlmên din ku tenê di mekanekê de derbas dibin;

(bnr: phone booth)

(bnr: the man from earth)



22.12.2014 22:33 | simurg56