Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [altan tan] de;

71. wekîlê kurd ku ger ne di nav hdpê de bûya, heta niha ji aliyê rêxistinê ve teqez weke xayîn hatibû îlankirin. lê ji ber ku nav partiyê de ye, kes nikare wisa bike.

dîsa ger di nav akpê de bûya, bi hêsanî dikariya bibe wezîr. lê wisa jî nekir.



li gel ku fikrên wî ne wisa ne, dîsa jî ket nava partiya kurdan ya herî mezin û him piştgiriya xwe dayê him jî rexneyên herî tûj lê kir.

ji ber vê yekê bi ya min wekîlek gelek bi qîmet e. xwezî di nav siyaseta kurdan de 20 kesên din yên wisa hebûna. wê demê belkî ev şerê dawîn gelê me wisa rizîl nekira.



21.06.2016 22:31 | simurg56

67. van rojan dîsa dest bi rexneya partiya xwe kiriye û gotiye ger rewşa şer wisa dewam bike, pêdivî pê heye ku kurd partiyek nû ava bikin. ango dibêje hdp di vê pêvajoyê de ne kêrhatî ye. û gotiye ji ber vê yekê "hdp li ber duriyanekê ye"

heye ku ev nîşaneya wê be ku altan tan li ser tiştek wisa dixebite.

duh selahattin demirtaş bersiva wî dabû û gotibû "ne hdp lê altan tan li ber duryanekê ye"



di rojên pêş de bawer im em ê veqetîna altan tan ya ji hdpê bibînin.

mixabin zêde hêviya min ji partiyek nû tune. ji ber ku partiyek nû wê ne xwediyê hêzek çekdarî be, loma nikare hêza xwe ji wir bistîne. dema ne wisa be, ne pêkan e ku ji hdpê zêdetir (fedarasyon an jî azadî) bixwaze. wê demê jixwe wateya partiya nû namîne.



tekane riya serkeftinê ya partiya nû ew e ku partîyek îslamî be.

erê, ger partiya nû îslamî be, belkî bikare hdpê bike du qet. lê bi tu awayî nikare bibe partiyek mezin. wê tenê bibe sedema parçebûnê.

ji aliyê din ve partiyên îslamî, belaya serê rojhilata navîn e. her partiya olî, piştî demek kurt yekcar dejenere dibe û dibe birînek kûr. ger îslamek rastîn li ser kar bûya, min ê piştgirî bida lê wek navê xwe dizanim ku ger partîyek wisa were avakirin wê di nava 1-2 salan de ji akpê xerabtir be.



14.06.2016 09:38 ~09:41 | simurg56

55. aniha li ser cnn turkê diaxive.

di meseleya rakirina wezareta diyanetê de piştgirî dide partiya xwe û bi zimaneke gelek vekirî diyar kir ku girêdana olê ya bi dewletê ve li gorî her çar mezhebên mezin jî heram e û nabe ku tiştek wisa hebe. bi mînakên dîrokî jî vê yekê pesend kir.

di ser de jî kovarek berî 22 salan derxist û nîşan da ku tê de nivîsên wî jî hebûn lê ya herî girîng tê de nivîsên mehmet metiner û yalçın akdoğan yên di derbarê rakirina diyanetê de, hebûn.



vê jî têrê nekir, gef li diyanetê û tevahiya akpê kir ku hemû bi hev re werin û kîjan qenala televîzyonê bixwazin li ser wê televîzyonê, bi wî re vê meseleyê gûftûgo bikin.



aha tam jî ji ber vê yekê pêwist e ev zilam ji hdpê neçe.



07.05.2015 22:38 | simurg56

43. parlamenterekbaş bû. di gûftûgoyên li tvyan de, dikariya bersiva herkesî bide û argûmanên wan wan têk bibe. ji ber vê yekê ji bo partiyê, kesek pêwist bû. hê jî pêwist e.

erê gelek caran rexneyan li partiya xwe kiriye. lê ma gelo çi zerara vê yekê heye? ma wê mirovên xwediyê kîjan baweriyê bibêjin "aha altan tan hdpê rexne dike nexwe em deng nedinê"?? na kes wisa nebêje. wê yên oldar bibêjin, erê hdp wisa ye lê binêrin altan tan bixwe, li gel rexneyên xwe dîsa jî di partiyê de ye. nexwe em ê jî wisa bikin.

ma wê kîjan hilbijêrê hdpê yê çepgir bibêje "ji ber altan tan em deng nadin hdpê"? kes nabêje.



rewşa wî piçekî dişibe ya bulent arinç: hêvî dide muxalefata nacxweyî lê nahêle ev hêvî bibe serhildan û parçebûn.



di mesela çalakiyên kobanê de, jixwe selahattin demirtaş ji hemû partiya xwe dilsar bibû û gotibû baş li min xwedî derneketin. yanî ev ne tenê kêmasî/xeletiya altan tan bû.



dawiya dawîn, hebûna wî gelek tiştan li partiyê zêde kir. lê heta ku nebe abdullatif şener û îdrîs balê me; çûna wî nabe sedema kêmbûna dengan.



05.04.2015 11:19 | simurg56

21. berê rehberiya turîstan kiriye.



16.11.2014 21:24 | simurg56

16. di bdpê de dengê û rengê herî resen û serbixwe ye. ez ji samimiyeta wî bawer dikim. loma, bi ya min ger partiyek ava bike wê hinek zorê bide bdpê. heq jî dike. ew jî dike, bdp jî.



24.04.2014 21:27 | simurg56

6. siyasetmedarê ku aniha li ser cnn turkê diaxive. axaftina xwe de dema behsa pêwistiya ji dolê rakirina "dewletên paralel" dikir, navê kckê jî hilda. û got divê hemû dewletên paralel werin rakirin.

vê navê de, berî 10 rojan ji milê xwe yê rastê hatiye emeliyetkirin. derbasbûyî be.



01.01.2014 22:07 | simurg56