Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [av mevsimi] de;

2. https://www.tirsik.net/film.php?film=112



13.01.2015 18:11 | simurg56

1. fîlmeke yavuz turgul e ku di sala 2010an de hatiye weşandin.

serlehengên fîlmê şener şen û cem yılmaz in.

lîstikvaniya cem yilmaz belkî zêde ne baş be lê berî temaşekirina fîlmê jî min dizaniya ku, çi ji destan were wê bike. wisa jî bû, fîlmê de bi xerabiya lîstikvaniya xwe baş nekişand. him jî li cem şener şen.. baş bû yanî.



gelek kêm caran li fîlmên tirkan temaşe dikim. ev fîlm jî di nobeteke min de ji youtubeê hatibû vekirin û tevahiya rojekê de bi hatin û çûyînê, min parçe parçe temaşe kir.



senaryoya fîlmê ne orjînal bû lê bi motîfên xwe yên heremî, xwe dida temaşekirin. min jê hez kir. ji ber ku ev cûreli tirkiyê zêde ne berbilav e, bi ya min serkeftî bû. jixwe di fîlmê de jî behsa tunebûna rêzekujeran ya li tirkiyê tê kirin.



--- spoiler---



di fîlmê de qaşo keça battal, ji ber tunebûna qurçîkên xwe, li ber mirinê ye û loma jê re qurbanek lazim e da ku neqla gurçîkê were kirin. senaryo li ser vê rewşê hatiye avakirin lê eslê xwe de tiştek wisa tune. tu kes ji ber tunebûna gurçîkan namirin. yên ku gurçîkên wan naxebitin, bi hêsanî bi alîkariya dîyalîzê dijîn. neqla gurçîkan tenê konfora nexweşan baştir dike, tu kesî ji mirinê xelas nake. heta, tam berevajî vê rewşê, ger rewşa nexweş nebaş be û di bin van şertan de di ser de neqil jî were kirin, wê nexweş hê xerabtir bibe. ji ber ku piştî neqlê divê nexwe dermanên giran bistîne.

ji aliyê din ve, ji bo gurçîkekê ne hewce ye ku mirov kesekî bikuje. li tirkiyeyê ger nasek we tune be ku girçîka xwe bide we, bi destûra lijneya etîkê, hûn dikarin ji herkesî gurçîkan bistînin. tabî divê hûn vê lijneyê bixapînin ku di navbera we de têkiliya pereyan tune, lê ev yek zêde ne zehmet e. li tirkiyê piyasaya wê nêzikî 15.000 tl e. ewqasî bibêjim ji were.

ji aliyek dîtir ve jî, li hinek welatan kirîn û firotina gurçîkan jî ne qedexe ye. weke mînak li kurdistana başûr serbest e û gelek kes ji tirkiyê diçin wir, gurçîkek distînin û li wir emeliyat jî dibin û tên. (fiyeta wê jî bi qasê 40.000 tl fîlan e)

neyse...



di senaryoyê de tiştek din ku baş nehatiye fikirîn, îşareta îdrîs ya di sahneya mirinê de, bû. qaşo li vir, îdrîs îşaretek dide û bi saya vî tevgera wî ya dawîn, mesele çareser dibe. min jî meraq kir ka ev îşareta wî wê kêrî çi were. lê di dawiya fîlmê de diyar bû ku tenê xwestiye bibêje "nêrîna xwe biguherînin" e. di eslê xwe de jixwe îdrîs bixwe jî tiştek safî nekiribû ku bikare riyek nîşanî wan bike. xwedêgiravî, bi saya vî peyama îdrîs, polîsan karîn kujer derxin holê. tiştek gelek beredayî bû.



--- spoiler---



13.01.2015 18:08 | simurg56