Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê] de;

61. 3. civîna tirşikvanan bû lê yekemîn civîna min bû.

zor ciwan bû. lê wextê me û hejmara me zêdetir bûya, belkî xweştir jî bûya.

min bixwe gelek jê hez kir, di destê min de bûya min dixwest heta derengê şevê jî bidome.

piştî civîne me bi ömer faruk baran re hevpeyvînek çêkir û paşê ez ber bi dîloka ne-rengîn ve bi rê ketim û vêga giham mala xwe.

heta hatim malê, hema bêje tiştek nemaye ku nehatiye nivîsandin.



em tam di wextê de gihan cihê civînê. (xendekî çend deqeyan berî me gihabû). ez, brusk56, azadixwaz û feqiyê teyran û xendekî bi hev re rûniştin. heta ku endazer hat, me çay vexwarin û me her çaran xendekîyê reben dan ber pirsan. (car caran feqiyê teyran bi pistepist dipirsiya: ma em ê xwarin nexwin? *)

piştî ku endazer hat, xendekî hinek rihet bû û ket rehavetê loma axaftina wî kêm bû *

min xendekî, nan û av û endazer û mervan ronî cara yekem dîtin. bi rastî hemû jî ciwanên xwînşêrîn bûn.



gotin ku ez ji birayê xwe yê mezin, pîrtir xuya dikim. loma hinek moralê min xera bû lê min zûzûka xwe da hev. ji bo remlavêj tiştên baş hatin gotin. jixwe ew bixwe ne li wir bû lê pirtûka ku min jê re weke heqdestê wergeran kirîbû, li cem min bû *



mijareke civînê tune bû. yanî kes ranebû ser piyan û bi axaftina xêrhatinê gûftûgoyan neda destpêkirin. mesele geh dihat ser tirşikê geh diçû ser pişta heyvê. lê sohbet xweş bû. me têra xwe ken jî kir. bêşensî û bextreşiya ferhenga şikestî jî ji mijarên girîng bû.



her ku me diaxaft, hinek din nasên hevpar derketin holê. me hinek din biaxaft, me wê xwe hemûyan bigihanda hz. adem. bêhenek, kesek ku li maseya li kêleka me bû, tevlî axaftina me bû û got sîmurg tu yî? min got erê. û me fêhm kir ku em hev nas dikin (yanî me li ser înternetê daye û standiye) lê mêrik ne tirşikvan bû, loma me tevlî wêneyên xwe nekir.



azadixwaz û feqiyê teyran piştî 2 saetan rabûn. leza nan û av jî hebû ji ber ku zarok li malê birçî bûn lê dîsa me em ne şikandin û neçû.

telefon hatibû ku wê mervan ronî, were. heta li otobusê jî siwar bûbû.

loma em heta hatina wî li bendê man. me hema li ber deriyê restoranê hev dît û di meşa vegera xwe de hinek sohbet kir.



dawiya dawîn, civînek xweş bû. bi saya wê û newrozê, dawiya heftiyê ji bo min zehf bi kêfxweşî derbas bû û çû.

(bnr: sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê)



22.03.2015 22:33 ~22:39 | simurg56

43. Civîna ku wê sibe di saet 13an de li xwaringeha ciğerim ya li dağkapıyê çêbe.



21.03.2015 21:09 | simurg56

17. bi ya min jî dikare di roja 22ê adarê de pêk were.

îhtîmalek mezin, ez ê jî li wir bim. weke din wê kî were? (rasteqîn jî rewşa xwe aşkere nekiriye)



14.03.2015 23:38 | simurg56

3. civîna ku ger pêk were wê cîger ji kîsê tirşik companyê bin.



06.02.2015 19:59 | simurg56