Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pk] de;

9. fîlmek hêjayî temaşekirinê ye. di derheqê olan de rexneyên baş kiriye. lê ev rexne ne hişk in û ne radîkal in. helbet li gorî hinekan rexneyên wisa nerm jî belkî sedema kuştina derhêner be lê ya rastî rexneyên %100 di cî de ne û hindik in jî.
rexne û nirxandina olan, bi çavek deîst hatiye kirin. loma ji bo xwedê na, lê zêdetir ji bo kesên ku olan bi kar tînin rexne hatine kirin.
fîlm bixwe gelek bikeyf e. mirov têra xwe dikene jî, di sahneyên dawîn de kelogirî jî dibe. loma bêguman ez temaşekirina wê pêşniyar dikim.

Bi ya min senaryoyê ji vê fikrê derketiye: kes ji me ola xwe, baweriya xwe hilnabijêre. em bi awayek tazî tên dinyayê û li gorî dê-bavê xwe di nav olek/baweriyek de mezin dibin û %99 vê yekê ji xwe re dikin nasname. lê gelo, ger em bi mejiyek ji olan paqij, weke mînak bi mejiyek wisa yê 30 salî me çavê xwe li dinyayê vekira û rastî van baweriyan bihatan, me wê çi bifikira? me wê çiqas ji wan bawer bikira û hwd.? îtîraf dikim, gelek caran min jî vê pirsê di gûftûgoyan de bi kar aniye.

ya din jî pêşniyara pk ya ji hevalên xwe re ye, digot: li dinyayê ger kesek ji we re bêje ku dikare alîkariya we bike ku hûn xwe bigihînin xwedê, hema yekcar bizivirin û ji wê derê birevin! dîsa îtîraf dikim ku min jî gelek caran heman hevokê di gûftûgoyan de bi kar aniye.

tevî ku min ji fikrên fîlmê hez kir jî, min beşa îknakirina girseyên mirovan û guhertina nêrîna wan, ji rastiyê gelek dûr dît. ez jixwe fîlmê li gorî mantiqê nanirxînim, ger min wisa bikira jixwe min ê di serî de bigota "astronotê dinyayek din, çawa dikare evqas cahîl be û di derbarê xwedê û çêbûna gerdûnê de bêfikr be, çima bêyî lêkolînek tên dinyayê û tazî destpê dikin, çawa dikarin cîhazek evqas stratejîk, wisa ehmeqane li cem xwe bigerînin" û hwd. ez behsa van nakim ji ber ku ev ne fîlmek honaka zanistî ye.
ya ez dibêjim ev e, zilamek derdikeve û weke ku heta niha nehatibe aqlê tu kesî, behsa derewînbûna olên çêkirî dike û civak yekcar li vê fikrê xwedî derdikeve û çavên wan vedibe. him jî bi çend hevokan. ev beşa fîlmê, li min xweş nehat. zêde basît û saf bû.
welhasil min 90 pûan dan fîlmê.



10.12.2016 22:42 ~22:53 | simurg56