Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fury] de;

1. peyvek îngîlîzî ye:

Here lînkê



her wiha navê fîlmek sala 2014an e:

Here lînkê



fîlmek "îdare" bû. nivîskar û derhênerê fîlmê david ayer e ku min heta niha li tu berhemê wî temaşe nekiriye. di fîlmê de piçekî tama inglourious basterds hebû. ez bawer sedemên wm ew bûn ku di her du fîlman de jî nazî hebûn, di her duyan de jî brad pitt serleheng bû.

lê ji bo ya girîngtir ev bû: di vê fîlmê de jî hinek sahne hebûn ku tenê ji axaftinên dirêj û gelek caran bêwate pêk tên. di fîlmên wisa de, ji sahneyên wisa hez dikim. piçekî kûrahî dixe fîlmê.



ne ewqas hêsan e ku bibêjim fîlm ji propagandaya amerîkayê pêk tê. ji bo her du aliyan jî mînakên baş û nebaş dihewand. heta min hêvî nedikir ku ji bo naziyan jî sahneyên erênî bihewîne.



yên ku di serê wan de fikra "ka em li fîlmek tije şer, aksîyon û xwîn temaşe bikin" hebin, bila zêde kêfxweş nebin. fîlm ne fîlmek wisa ye. ev jî hene lê ji wê zêdetir dramaya şer e.



min 82 pûan dan fîlmê.



10.02.2015 20:08 | simurg56