Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên ku tirşikê diterikînin] de;

1. eyb dikin û xelet dikin.



tabî hemû ne wek hev in. hinek ji wan îdîa dikin ku "tirşik bûye cihê propagandaya dijberiya wan e" hinek jî dibêjin kes nanivîse, ez çima binivîsim.



li gorî vê mantiqê:

(bnr: li kurdistanê kes kurdî naaxive, nexwe ez ê jê herim)

(bnr: li kurdistanê nifû hindik e nexwe ez ê biterikînim)

(bnr: kes kurdî neaxive nexwe heta ku kurdî nebe popûler ez jî naaxivim)

(bnr: jixwe hdp ji bendavê derbas nake nexwe heta ku bendavê derbas bike ez jî ray nadimê)

(bnr: jixwe pkk nikare dewletê têk bibe nexwe em dev ji şer berdin) û hwd.



jixwe yek ji problemên herî mezin ya gelê kurd ev e. herkes hêvî dike ku çawa ku tiştek nû bike, 40 milyon kurd werin û kêfxweşiya xwe bînin ziman, lê xwedî derkevin û pîroz bikin.

lê mixabin rastî, ne wisa ye. ji ber vê yekê ye ku kurd dest bi karek dikin û piştî demek kurt motîvasyona xwe wenda dikin û bi dijûnan dev jê berdidin. ser de jî dibin dijminê gelê xwe û dibêjin ji vî gelî tiştek nabe, fîlan. wer nekin heval, berxwedan jiyan e!



03.03.2015 19:50 | simurg56