Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

184. wê rojê li emelîyatxaneyê teknîsyenê anestezîyê xwest ji nexweş re bêje "bir saat sonra" lê mêrik bi kurdî nedizanî, nexweş jî bi tirkî.
ji personel re got ka xêra xwe jê re bêje.
personel got "saetek şûnde".
teknîsyen got "aha! welleh tu min dixapînî. wê rojê personelê din ne wisa gotibû. baş tê bîra min" û ji min pirsî ka personel bi rastî derewan dike an na.
min jî got, tiştên wisa dibe. bi kurdî mirov dikare bêje "piştî saetekî", "saetek şûnde" an jî "saetek din" û hwd.
û min domand: weke mînak tirkî jî mirov dikare bêje "bir saat sonra" an jî .... min alternatîfek din nedît û wisa mam *



12.01.2020 11:13 | simurg56

164. îro sibeh diçûm nexwşexaneyê, zilamekî (k.b. 32) otostopê dikir, ez jî sekinîm û min mêrik stand erebeyê. got wê biçûya senayîyê (1 km dûr e). di vê rêwîtîya evqas kurt de dest bi xeberdanê kir;

- tu şaş fêhm nekî ez ê tiştekî bipirsim. yaw malbata min nahêlin ez bizewicim, ez çi bikim. birayê min ê mezin nazewice, îcar nahêle ez jî bizewicim. dora xwe daye birayê min ê din û nade min. loma ez jî nikarim bizewicim.
+ ma keçik hazir e?
- erê ew ne problem e. yaw wellehî dijmin jî tiştekî wisa nake ha!
+ bi xatirê te.
- sax bî.



28.10.2018 12:31 ~12:32 | simurg56

153. îro ji min re teklîfa karekî hat. ji bêlqîsê(nizip). me hê hevdîtin nekiriye û şert û mêrcên kar jî nizanim. piştî min vê teklîfê stand, yekemîn tişta min kir ew bû ku google vekim û binivîsim "nizip seçim sonuçlari".
ev jî krîterên min in *



12.05.2018 11:39 | simurg56

138. îro servîsa acîlê ji bo nexweşekî telefon kir: li nexweşxaneyek taybet emeliyat bûye berî 2-3 heftiyan û niha cihê birînê werimîye û edab jê diherike.
ez çûm ku birînê vekim û edabê vala bikim. min nexweş stand odeya pansumanê û nasên nexweş (2 kurên 20-30 salî û jina wî ya navsere) derbasî aliyê din yê paravanê kirin, da ku nebînin.
piştî min destpê kir, wan jî destpê kirin di navbera xwe de biaxivin.
gelek kes dema cara ewil min dibînin, texmîn nakin ku kurd im. (heta carekê li stenbolê, pirtûkfiroşek ji ber tîp û axaftina min got gelo tu ji ewropeyê hatî? min got, na kurd im belkî ji ber wê te wisa zen kiribe. û mehdê wî guherîbû.) neyse, tirkiya min jî ya tirkiya stenbolê ye yanî ger bi qestî nekim, bêdevok diaxivim. ji ber van sedema wan jî gotin qey bi kurdî nizanim û loma bi kurdî di nav xwe de xeber didan.
ji ber ku bi dengekî nizm diştexiliyan, min her tiştî fêhm nedikir lê yek ji hevokên ewil yên jinikê ev bû "min çend heban diziye ji doktoran..."

min got herhal min şaş bihîst lê min jî guhên xwe bel kirin. dûre min bihîst ku jinik bi dengê nizm dibêje "meqes! meqes!" û piştî gotina wê min dengê xirandina amûrekî metalî bihîst/hîs kir. min texmîn kir ku tiştekî dizîn.
min dev ji karê xwe berda û derbasî aliyê din yê perdeyê bûm. mîna ku li tiştekî bigerim min çav li derdorê gerand. li wir kaseya metalî ya amûran hebû lê vala bû. li kêleka wê jî yeke plastîk û şeffaf û tije amûrên qirêj û devgirtî bû. nizanim ka kêm bûn an zêde bûn. ji ber ku ne karê min e paqijkirin, hejmartin û hwd. ya amûran.

dîsa vegeriyam ser karê xwe. di ber karê xwe re, min got gelo çi bikim. çi bêjim? wan tawanbar bikim? êê, ger bêjin tu derew dikî an jî îftîra dikî ez ê çawa îspat bikim. jixwe dawiya heftiyê ye û li vê qata nexweşxaneyê ji bilî me tu kesek din tune. te hew dît min lêdan jî xwar! neyse, min got ya baş, dema derdikevin ez bêjim "ez bi kurmancî dizanim û min gotinên we fêhm kir."

min karê xwe qedand û mîna ku dîsa li tiştekî bigerim, çûm aliyê wan. min dît ku di wê kaseya metalî ya amûran de, ku berî 2 deqeyan vala bû, niha amûrek heye. min fêhm kir ku gumanên min rast bûn. vêca nizanim ji xeynî wê, tiştekî din dizîbûn an na lê yekê danîbûn wir. îhtîmalek mezin ji nêrînên min yên gerok û ji tevgerên min, gumanê ji gumankirina min xwaribûn. min jî tiştekî negot lê heta ku wê derê terikandin, min wan tenê nehişt li odê.

welhasil gelek ji wan aciz bûm. wê her roj werin pansumanê. di normalê de, di rewşên wisa de her roj qeyda nexweşan çênakim ku zêde pereyê wan naçe. lê her roja ku ev nexweş hat pansumanê, ez ê jê re qeydek nû vekim ku pereya muayeneyê bidin. û di dawiyê de ez ê bêjim, ya baş hûn herin cem doktorê xwe. da ku bicehimin herin rihayê û li wir jî pere bidin. û ez ê li cem wan bi hemşîreyê re bi kurdî biaxivim ku bizanin ez bi kurdî dizanim.

nexweşxaneya me têra xwe baş e. ji gelek nexweşxaneyên taybet baştir e jî paqijtir e jî. lê dema min got, "ger hûn bixwazin dikarim nexweş razînim jî, lê dikarim derman binivîsim û we bişînim malê jî. hûn ê tenê werin pansumanê." jinikê dîsa bi kurmancî kir pistepist: "na na bila ranezê, ev der pîs e"

bênamûsno, diçin li nexweşxaneya taybet pere didin û emeliyat dibin û birîna wan enfeksîyonê digire. tên li vir ez pîsatiya nexweşxaneya taybet, paqij dikim û di ser de jî tiştên me didizin û behsa nexweşxaneyê jî dibêjin pîs e.

hestên min tevlîhev kirin welleh. ez jî ne evîndarê dewletê û sîstemê me lê ev jî bênamûsî ye yaw. dema tu vê tiştê didizî, li ser kê hatibe zîmetkirin, dewlet perê wê, ji wî kesî distîne. û jixwe ew amûr (klemp) ji xeynî xistina qûna xwe, wê kêrî tu tişta te jî neyê ha...


lêzêdekirin: îro nexweş hat kontrolê. di ber karê min re jinikê bi kurmancî pirs kir "xoce tu bi kurmancî dizanî?" û min got erê. peyvek din ji devê wê derneket.



06.01.2018 22:44 ~2018.01.11 20:54 | simurg56

107. ev çend car in tiştek wisa tê serê min;;

dema gelek keyfa nexweşek ji min re were duayan ji min re dike û paşê serê van duayên wan digihin dewletê jî. wê demê nizanim çi bibêjim.
duh bi şev, apseya nexweşek gelek xerab bû û dinaliya. piştî ku wî wextê şevê ez ji mal çûm û min apseya wî vala kir, rihet bû û got "xwedê ji te razî be" min jî got "spas. ji te jî razî be" paşê got "binêre li vê nimeta xwedê" (yanî vî wextê şevê, rihetbûna wî) û dewam kir "xwedê ji dewleta me jî razî me". dema wisa got, min xwe kir kir û tiştek negot. ew jî sekinî paşê got "xoce tu ji ku yî?" min got "sêrt" û êdî wî jî min jî dengê xwe nekir.



13.02.2017 20:02 | simurg56

100. Cer



25.11.2016 19:38 | simurg56

98. duh tiştek ecêb hat serê min;

weke hûn dizanin ji ber sedemên teknîkî ev nêzikî heftiyek e, di tirşikê de problem derdikevin. ji bo ku barê tirşikê sivik bikim, min servîsek nû ya hostingê/ kirê kir. min vê carê ji şîrketa godaddyê standibû. herdem ji malperên biyanî distînim, ji ber ku ji tirkan bawer nakim.
neyse. problemek hebû û diviyabû ji servîsa teknîk ya şîrketê bipirsim. berî 3-4 rojan min telefonî nimroya wan ya amerîkayê kiribû û bi îngîlîzî alîkarî standibû. paşê min dît ku li tirkiyê jî telefona wan heye. duh min got ka li servîsa tirkiyê bigerim.
min telefonê kir, jinekê telefon vekir. min jê re mesele got û agahiyên xwe dayê. dema ket hesaba min, got tirşik.net? hahaha, çiqas komîk e. û bû tiqtiqa kena wê. demek dirêj keniya. dema hişê wê hat serê wê, got we çima navek wisa lê kir. min got hal û mesele ev e. got ez jî ji amedê me. piçek bi kurdî fêhm dikim, ji tirşikê jî hez dikim fîlan û behsa xwarinên van deran kir.
min got xêr e xweha min, wextê firavînê jî derbas bû ma tu birçî yî?
got, ez li îrlandayê me, li vir saet hê 12 e, yanî wextê xwarinê ye û vê carê behsa nexweşbûna xwarinên îrlandayê kir.
paşê ji min xwest ku malperên di derbarê çanda kurdan de, jê re pêniyar bikim. paşê di hesabê min de dît ku turkcekurtcesozluk.com jî aîdê min e. got ez ê navê van malperan qeyd bikim û bişopînim.
welhasil piştî ku me bi qasê 15 deqeyan behsa tiştên wisa kir got "problem çi bû?"

xanimê di nava çend deqeyan de problemê jî çareser kir.



24.11.2016 19:34 ~19:35 | simurg56

79. pêşniyar ji bo mijdar:

1- hesaba xwe ji bo hemû kesan veşartî bike. ger hesaba te ji bo xelkê vekirî be, wê demê hevalekî te yê tirk/faşîst te îxbar kiriye. hesaba xwe ji bo kesên wisa jî bigire.

2- parvekirinên xwe yên sîyasî jê bibe.

3- tu van parvekirinên xwe jê bibî jî, google van rûpelan arşîv dike û ger bê xwestin, dikarin werin dîtin. ji bo ku van tiştan ji bîra googleê jî jê bibî here vê rûpelê Here lînkê. di vê rûpelê de lînka parvekirên xwe yên sîyasî yek bi yek binivîse û daxwaza jêbirinê jê bike.



ger berî dozvekirinê ev 3 xal werin kirin û bikevin meriyetê, êdî tu kes nikare delîlek peyda bike. screenshot (kişandina wêneya ekranê) divê nekare bibe delîl. ji ber ku ez niha jî dikarim li ser navê te screenshotek bi hêsanî amade bikim.



28.08.2016 12:20 ~12:20 | simurg56

68. piştî 15.07.2016 darbeya leşkerî ya tirkiyê, hêviyên min yên di derbarê kurdistana bakur de, çilmisîn. hêviya min ji gelê kurd heye, ez dizanim wê dev ji berxwedanê bernedin lê ji tirkan ne bawer im. êdî wer xuya dike ku wê her ku diçe paşverûtir bibin û wehştir bibin, di nav sîstemek wisa de berxwedan dijwartir e. bi gelê tirk ve, wê gelê kurd berê xwe ji şaristaniyek hemdem bizivirîne.

kêm zêde berê li tirkiyê sîstemek hebû, bi hemû kêmasiyên xwe demokrasiyek seqet lê dimeşe, hebû. li ser lêvan be jî, armanc gihiştina asta şaristaniyên serkeftî yên dinyayê bû; ji niha pê ve wê her tişt aloztir bibe.

dijminek sîstematîk/biduzen ji yê serberdayî çêtir e.



16.07.2016 23:11 | simurg56

65. dema li wargeha zanîngehê dimam, rojekê civata me û hevalan germ bûbû. weke klasîkek, me dinyayê xelas dikir. dêmek me dengê xwe gelek bilind kiribû ku xwediyê kantînê ku 5-6 metre li dûrî me bi tenê rûdiniya gazî me kir û got "xortno, ew tiştên ku hûn dibêjin encax ger sosyalîzm çêbe, dikarin biqewimin"

piştî vê gotina wî, me dengê xwe nizm kir û pişt çend deqeyan belav bûn.

hê jî meraq dikim bê ka gelo fikrên wî zilamî yên di derbarê van xortên ketibûn heftûheşta siyasetê de, çi bû?

gelo me hêvî didayê? an digot "ev nifşa xwendekaran jî dîsa bi kar û barên ji xwe mezintir mijûl dibin û xwe xusaret dikin"



21.06.2016 22:04 | simurg56

50. rojnivîskê ez ê nekarim hestên xwe ji te re rave bikim. hevalê min ê zarokatiyê van rojan şehîd ketiye. ji te tenê tiştek dixwazim; herdem bîne bîra min û bêje "te sond xwaribû ku jiyana xwe ji bo gelê xwe biborînî. li hember zilma van kafirên mirovatiyê, bexwedana xwe bernedî"



05.04.2016 20:37 ~20:37 | simurg56